Şengal xwedî helwest e

Sêşem 7 Gulan 2024 - 00:53

Tayyîp Erdogan, piştî 12 salan ji bo hin hevdîtinan pêk bîne 22’yê Nîsanê li Bexdayê bi Serokkomarê Iraqê Ebdulletîf Reşîd û Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî re civiya bû. Piştî civîna ku hate li dar xistin, hate eşkere kirin ku di navbera Iraq û Tirkiyeyê de 24 peymanên hevkariyê hatine îmzekirin ku di nav wan de “Peymana Çarçoveya Hevkariya li Qada Avê” jî heye. Her wiha bi hikûmeta Iraqê re peymana Rêveberiya Çavkaniyên Avê ya 10 salan hat îmzekirin. Hevserokê PADÊ Hisên Hecî derbarê hevkariya Tirkiyeyê ya bi Hewlêr û Bexdayê re û geşedanên herî dawî de axivî. Hisên Hecî, diyar kir ku dewleta Tirk ber bi têkçûyinekî ve diçe û got:“Mecalê wan nema û herî dawî serdana Iraqê kirin. Di rewşa ku îro em tê de ne dixwaze ku Iraqê jî tevlî şerê ku dixwaze bide destpêkirin bike. Heke ku Iraq tevli vî şerî bibe dê şaşitiyeke mezin bike. Li dijî van geşedanan beriya niha Rêveberiya Xweser a Şengalê û pêkhateyên Şengalê li Bexdayê bi hin mekanîzmayên biryarê re hevdîtin kirin. Rê li ber van tiştan hate girtin. Iraqê zanî ku hatina Erdogan û daxwazên wî çi ne. Ji ber wê hatina wî bi serneket.” Hecî, anî ziman ku civaka Êzîdî li dijî şerê ku dewleta tirk dixwaze bide destpêkirin xwedî helwest e û got:“Xwestekên wî ne veşartî bûn û diyar bûn. Erdogan dixwaze ku li hemberî gerilayên azadiyê şerekî bide destpêkirin. Hin aliyên siyasî jî dixwazin ku tevliheviyê derxînin. Ew jî ji ber ku di siyaseta xwe de binketine tevliheviyê derdixin. Lê em weke civaka Êzîdî li dijî vê planê ne. Weke îradeya Şengalê û xweseriya Şengalê em ê rê nedin van têkiliyên qirêj. Ev şerê wan di şexsê gelê Kurd de li dijî hemû nijad, civak û baweriyan e. Kengî lewaz bibe bi êrişa li dijî gelê Kurd dixwaze ku hêzê bigire. Lê êdî ev siyaseta wan jî têrê nake ku xwe bi ser piyan bigirin. Hikûmeta başûrê Kurdistanê jî di siyaset, helwest û biryarên xwe de lewaz bûye. Lê bi nêrîna min Iraq daxwazên Tirkiyeyê pêk nayne. Iraq dizane ku ev 9 sal in Tirkiye sinorên wan binpê dike û hêzên xwe yên leşkerî bi cih dike. Di şerê ku Tirkiye dide destpêkirin de nepêkane ku Iraq di vî şerî de cihê xwe bigire û ev tişteke pir dûr e.”

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.