Şengal xwe diparêze

Pêncşem 30 Hezîran 2022 - 21:33

  • Fermandar Viyan Hebabî: Heqê me ye em parastina xwe bikin. Ji ber ku yên ku di vê axê de şer kirî û şehîd dayî em in. Jinên ciwan siberoja civakê ne, heke rêxistina ciwanan xurt be serketina wî gelî misoger e.

Li Şengalê bi tevlêbûna 150 delegeyan Yekîtiya Jinên Ciwan a Şengalê hate avakirin. Kongreya Yekem a Jinên Ciwan ên Êzîdî bi dirûşmeya ‘Di xeta Zîlan û Berîvanan de rêxistinbûnê ava bike û xiyanetê têk bibe, azadiya Şengalê misoger bike’ bi coş û moraleke mezin di 26’emîn salvegera şehadeta şehîd Zîlan de li navenda Şengalê bi rê ve çû.

Piştî fermana 3’yê Tebaxê 2014’an, bi destwerdana şervanên Rêber Apo hamleyên rizgarkirinê Şengalê dest pê kiribûn. Bi rizgarkirina Şengalê re ji bo pêşî li fermanan bê girtin, gel bi pêşengiya jin û jinên ciwan xwe di her warî de birexistin kir. Jinên Ciwan ên Êzîdî ji bo tola jinên Êzîdî rakin, bibin bersiva fermanan û pêşî li fermanên nû bigirin, sal bi sal rexistina xwe mezin dikin. bi heman armancê doh di roja fedaîtiyê de wan kongreya xwe ya 1´ê li dar xist.

Di salvegera şahadeta şehîd Zîlan û bi boneya nêzîkbûna salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, Jinên Ciwan ên Şengalê di kongreya xwe ya yekem de bi armanca ku bi rexistinbûn û bi hêza jinê dawiya fermanan bînin kongreya xwe li dar xistin. Doh sibehê, kongreyê li navenda Şengalê li avahiya Meclisa Gel, bi tevlîbûna 120 delegeyan des pê kir. Di kongreya yekê ya Jinên Ciwan ên Êzidî de Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ), Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Jinên Ciwan ên Maxmurê jî cihê xwe girtin.

Dibe bersiva fermanan 

Berdevka Yekîtiya Ciwanên Şengalê, Sara Botan piştî rêzgirtina ji bo şehîdan, axaftina destpêkê kir û bal bire ser keda Rêber Apo: “Em Kongreya Yekê ya Jinên Ciwan ên Êzîdî li jinan pîroz dikin. Ew kongre bersiveke herî mezin e ku em didin dijmin. Di kongreyê de herî zedê keda Rêber Apo heye, ji ber ku heger fikra Rêber Apo nebûya, ev kombûn çênedibû. Di fermanê de herî zêde jin hatin qetilkirin, em soz didin dayikên xwe, em ê jinên di destê DAIŞ’ê de rizgar bikin. Yên ji vê têkoşînê re pêşengti kirin, jin bûn. Em soz didin şehîdên xwe, em ê bibin şopdarê van. Em ê ji vir pê ve rêxistinbûna xwe mezin bikin.”

Li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî TAJÊ, axaftin ji aliyê Berdevka Tekîliyên Derve Suham Şengalî ve hate kirin. Suham Şengalî Kongre li Rêber Apo û hemû jinan pîroz kir û got: “Rexistinbûna Jinên Ciwan di vê demê de pirr girîng e, ji ber ku li ser welate me li hember jinan êrişên pirr dijwar hene. Herî zedê jin bû qurbana êrişan, ji ber vê, jin wê birexistinkirina xwe bibe bersivê herî mezin ji dijminan re. Ev kongre wê bibe heviya xweseriya Şengalê.”

Rêxistin serketinê misoger dike

Her wiha li ser navê Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) Fermandara Giştî a YJŞ’ê Viyan Hebabî jî axivî. Viyan di axaftina xwe de li ser girîngiya xwe birexistinkirin û parastinê axivî û wiha dewam kir: “Ew kongre bi keda şehidan û Rêber Apo tê lidarxistin. Em di şexsê şehîd Zîlan de kongreyê li jinan pîroz dikin. Em bawer dikin ku ev kongre wê bibe bersiva êrişên dijmin ên li ser gel. Ev kongre ji dijmin re wê bibe bersiv ku em di vê axê de hene . Pêwîst e Jinên Ciwan ên Êzîdî hemû li hember êrişên dijmin bibin xwedî helwêst. Heqê me ye em parastina xwe bikin, kes nikarê ji me re bibêje hûn çima parastina xwe dikin. Ji ber ku yên ku di vê axê de şer kirî û şehîd dayî em in. Jinên ciwan siberoja civakê ne, heke rêxistina ciwanan xurt be serketina wî gelî misoger e.”

Piştre perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan hate xwendin. Gava nûçeya me dihat amadekirin, kongreyê dewam dikir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.