Rêveber û endamên şaredariyên Şengalê, di civîna xwe ya dumehane de, kar û xebatên hatine kirin, nirxandin û projeyên nû diyarkirin.

Li Şengalê tevî nebûna derfetan, kar û xebatên saziyan hemûyan, bê navber dewam dikin. Şaredarî jî weke hemû saziyên din karê xwe yê ji bo xizmeta welatiyan didome. Duh rêveber û endamên şaredariyên Şengalê li Meclîsa Gel ya gundê Duhola civiyan.

Di civînê de ji gund, bajarok û navçeyên Şengalê, endam amade bûn, û kar û xebata 2 mehan hate nirxandin. Di civînê de rewşa siyasî hate nirxandin û piştre kar û xebata şaredariyên li deverê hat nirxandin.

Pirsgirêkên ceyran û avê çareser bûne 

Endamê Rêveberiya Şaredariya Serdeşt Zîyad Kawal behsa armanca civînê kir û da zanîn ku ew li ser kar û xebatên xwe, projeyên xwe sekinîne û got, “Pêkanîna projeyên me dewam dike, bi vê re kar û xebat jî dewam dike. Armanca vê civînê nirxandina kar û xebatan û xizmeteke baştir e. Ji 2015´an ve li Şengalê Şaredarî hatine avakirin û ji nû ve çêkirina gundan, kolanan dest pê kiriye. Li Serdeştê jî em kar û xebata xwe dimeşînin. Niha li her gundî ceyran heye, pêdiviyên avê têne pêşwazî kirin.”

Derfet nînin lê israr heye

Endamê Rêveberiya Şaredariya Serdeştê Xelîl Hecî jî anî ser ziman ku ew her 2 mehan dicivin û got; “Armanca me baş xizmetkirina ji bo gel e. Li Serdeştê jî 2015’an şaredarî hatîbûn vekirin. Em xizmeta civaka xwe dikin, emhêvîdar in miletê me jî bi me re alîkar bibe. Gelek ked tê dayîn. Li her alî şaredariyên me hene. Em ti demê miletê xwe bê şaredarî, bê xizmet nahêlin. Şaredariyêk e ku herî zêde xizmeta civaka xwe dike şaredariya Şengalê ye, lewma, tevî nebûna derfetan jî, bi israr û biryardarî xizmeta civakê dike.” ŞENGAL