Şengal wê xwe bi rê ve bibe
În 6 Gulan 2022 - 21:15
- Rêvebera SMJÊ Zubeyde Xebat: Ev bêdengî rê li ber fermanên nû vedike, xwediyên wê bêdengiyê dibin şirîkên fermanan. Xelkê Şengalê, dayikên Şengalê wê destûrê nedin ku komkujiyên nû çêbin. Xelkê Şengalê wê xwe bi rê ve bibe. Hêzên YJŞ, YBŞ'ê jî wê parastina xwe bikin.
HAKAN TURKMEN / BERLÎN
Rêveberên SMJÊ dan zanîn ku li dijî êrişên beramberî Şengalê, ew weke jin û dayikên Êzîdî têkoşîna xwe dewam dikin. Wan îşaret bi meşa navendî ya li bajarê Elmanyayê Bielefeldê ya îro kir û got, xebatên wan hemberî êrişên li dijî Şengalê wê dewam bikin.
Nerazîbûna ji êrişa artêşa Iraqê bi desteka PDK û dewleta Tirk a 18’ê Nîsanê li dijî Şengalê dest pê kirî, dewam dike. Berdevk û rêveberên Sîwana Meclîsa Jinên Êzîdî (SMJÊ) jî nerazîbûna xwe îfade kirin. Wan got, jin û dayikên Êzîdî wê rê nedin van êrişan û ew ê têkoşînê mezintir bikin.
Berdevka SMJÊ Nurê Alkiş got, “Hikûmeta Iraqê bi hevkariya dewleta Tirk û PDK'ê di Çarşema Serê Nîsanê de bi hezaran leşker seferber kir da ku dor li Şengalê bigire. Me dît, jinên Şengalî û dayikan li dijî vê dorgirtinê li ber xwe da." Alkiş, got, PDK naxwaza xelkê Şengalê xwe bi rê ve bibe û dixwaze li ser xelkê Şengall desthilatdar be.
Alkiş bi bîr xist ku ev 8 sal in ew hewl didin ku jinên Êzîdî li Ewrûpayê bi rêxistin bikin û armanca wan a duyem jî jî Şengal bi xwe ye. Ew dibêje, ji bo ku îşaretê bi qirkirinê bidin ew dosyayan amade dikin û dixwazin ev qirkirin weke jenosîd were qebûlkirin. Di meşa navendî ya xwedîderketina li Şengalê ya îro li Bielefeldê de jî ew jî di nava organîzatoran de ne.
Dibin şirikê vî gunehî
Ji rêveberên SMJÊ, Nûjiyan Gunay jî dibêje, dewleta Tirk dixwaze Osmaniyê vegerîne, ji bo vê deverê aloz dike û ji bo alozî pêk bê jî PDK'ê bi kar tîne. Gunay dibêje, malbata Barzanî ji bo berjewendiyên şexsî dibin şirîkê vê pîlanê. Wê bal bire ser rola Elmanyayê jî û wiha peyivî: “Îro heger dronên bi sîleh li ser erdên iraqê difirin û nexasim jî bi wan xelkê Şengalê û bi giştî Kurdistanê tê qetilkirin, di vê de para Elmanyayê jî heye. Sîstemên nîşangirtinê yên bombeyan ên di van dronanan de yên Elmanyayê ne. Bêyî wan ev qas komkujî li Kurdistanê nedibûn. Gava mesele Kurd û Kurdistan in, hêzên navneteweyî di bin şirîkên komkujiyan."
Xiyaneta PDK'ê nayê jibîrkirin
Ji rêveberên SMJÊ Zubeyde Xebat jî got, “Ne mumkin e ku endamekî NATO'yê rabe, bêyî destûra wê li ser erdên welatekî din komkujiyan bike. Hêzên navneteweyî yên ku beramberî van êrişan bêdeng dimînin, komkujiyên li dijê xelkê Şengalê û Êzîdiyan rewa dikin. Ev bêdengî rê li ber fermanên nû vedike, xwediyên wê bêdengiyê dibin şirîkên fermanan. Bila ev hêz û ewên ku dixwazin xwîna Kurdan bi destê Kurdan bidin rijandin, baş bi vê zanibin, xelkê Şengalê, dayikên Şengalê wê destûrê nedin ku komkujiyên nû çêbin. Xelkê Şengalê wê xwe bi rê ve bibe.
Hêzên YJŞ, YBŞ'ê jî wê parastina xwe bikin.” Wê her wiha got, ew ê ji bîr nekin çawa PDK bû şirîk û hevparê komkujiyên li dijî gelê Kurd û dagirkirina Kurdistanê.