Şengal wê pîlanan pûç bike

Şemî 5 Mijdar 2022 - 01:15

Di êrişeke din a pêr bi şev a bi droneyên bi sîleh ên dewleta Tirk li Şengalê, di maşîneke sivîl de ciwanek şehîd bû. Di nava hefteyekê de dewleta Tirk bi vî 4 êriş kirin. Li ser Meclîsa Xweseriya Şengalê, xelkê Şengalê îro ev êriş rûreş kirin.

Xelkê Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Şengalê meşiya û bi hêrseke mezin soza tolhildanê da. Di meşê de hate gotin, ew ê ti carî dev ji axa xwe bernedin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Şengalê, bê navber dewam dikin, rojane balafirên bi çek û bê mirov yên dewleta Tirk a dagirker li ser Şengalê digerin û êrişî xelkê dikin. Herî dawî doh balafira bi çek û bê mirov ya dewleta Tirk a dagirker, êrişî wesayîteke sivîlan kir. Di encamê de ciwanek şehîd bû û jinek jî birîndar bû.

Meclîsa Xweriya Şengalê li dijî êrişan bang li xelkê kir da ku tevlî meşa protestoyî bibin. Doh li ser vê bangê, sibehê xelkê Şengalê meşiya. Meşa li navenda Şengalê bi dirûşeyên ‘Bimre xiyanet’ û ‘Şehîd namirin’ dest pê kir, û heta Çarxerêya Yermûkê dewam kir.

 

Tolhildan peyama ciwanan bû

Jin û ciwanên jî tevlî meşê bûn û bê navber hêrsa xwe bi dirûşmeya ‘Tolhildan’ anîn ziman.

Li ser navê Rêveberiya Xweser ya Şengalê, Cîgira Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Dexîl Îbrahîm axivî. Dexîl Îbrahîm sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got; “Di van rojên derbasbûyî de 4 caran êrişî Şengalê kirin û xelkê me yê sivîl dikin hedef. Herî dawî doh (pêr bi şev) êrişî wesayîteke sivîlan kirin û di encamê de welatiyekî me şehîd bû. Ev êriş li ser tevahiya civaka Êzidî tê kirin û dixwazin bi van êrişan gelê me ji Şengalê koçber bikin.

Ev 8 sal in ku xelkê me di nava konan de dijî, heta niha ji bo vegera wan tiştek nehatiye kirin, dema gelê me vedigere jî, dixwazin bi van êrişan rê li ber vegera wan bigirin.”

Herî dawî Dexîl Îbrahîm got; “Em weke Rêveberiya Xweser ya Şengalê ji her kesî re dibêjin, em dev ji Şengalê bernadin. Heta dawiyê em ê li gelê xwe xwedî derkevin û rê nedin ku pîlanên koçberkirinê bi ser kevin.”

Meş bi dirûşmeya ‘Şehîd namirin’ dawî bû.

ROJNEWS / ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.