Şêniyên gundê Borikê yê Şengalê diyar kirin ku ji bo xweserî û wekheviyê, ew ê dengê xwe bidin namzetê PADÊ. 

Di çarçoveya karên hilbijartinên parlamanê yên Iraqê yên 10’ê Cotmehê de Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) dest bi propagandaya hilbijartinê kir. Bi vê armancê her roj li herêma Şengalê çalakiyên cuda têne lidarxistin. Doh jî li gundê Borikê yê ser bi navçeya Sinûnê meşek û şahiyek pêk hat.

Meclîsa Gel a gundê Borikê bi tevlêbûna xelkê gund meş organîze kir. Xelk heta bi Şaredariya Borikê meşiya û li wir namzetê PADÊ, Şêx Sîmer Derwêş axivî. Şêx Sîmêr diyar kir ku li parlamenta Iraqê ew ê bibe dengê civaka Êzîdî û ji bo misogeriya xweseriyê bang li xelkê Şengalê kir da ku dengê xwe bide wî.

Li ser navê Meclîsa Gel ya gundê Borê Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Tora Xelef Qasim jî got, “Helwêsta gel diyar e. Em bi partiya xwe bawer in ku wê ji bo civaka xwe çi ji dest bê, bike.” 

ROJNEWS/ŞENGAL