Şêniyên Şengalê di salvegera 22’emîn a komploya navneteweyî de meşiyan û bêbextiya di şexsê Rêber Apo de li dijî gelê Kurd şermezar kirin. Di meşa xwe de weha peyam dan: “Şengaleke azad tenê bi fikrên Rêber Apo ava bibe. Lewma divê ji her kesî zêdetir gelê Êzidi xwedî li Rêbertiya xwe derkeve.”

Meşa bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê pêk hat. Li Xanesorê jî ciwanan bi meşeke meşaleyî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, şermezar kir. Ciwanan bang li her kesî kirin ku li dijî tecrîdê têkoşînê xurt bikin.

Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Êzidî li navçeya Xanesorê ya ser bi Şengalê, bi meşeke meşaleyî komploya 15’ê Sibatê ya di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd şermezar kirin.

Meşa ciwanan li ber avahiya çand û hûnera Şengalê destpêkir û heya rêya sereke ya Xanesorê dewam kir. Bi dehan ciwan û xelkên Şengalê tevlî meşêbûn. Di meşê de bê navber dirûşmeyên, ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bê Serok jiyan nabe’ hatin gotin. Her wiha di meşê de alên YCÊ û wêneyên Rêber Ocalan hatin hildan.

ROJNEWS/ŞENGAL