Şengal serfiraz e

În 6 Gulan 2022 - 21:33

  • Tevî pîlanên valakirina Şengalê ya PDK û dewêeta Tirk, xelkê Şengalê bi serfirazî vedigere ser mal û milkê xwe. KCDK-E Başûr jî ji Nûnera Giştî ya NY´ê ya Iraqê Jeanine Hennis-Plasscheart re nameyek şand û xwest biryara aştiyê ji bo Şengalê bide.

Piştî ku pîlana valakirin û çolkirina Şengalê ya PDK, dewleta Tirk û alîgirên Peymana 9’ê Cotmehê hat pûçkirin, xelk vedigere ser mal warê xwe yê li Şengalê. Li Dugurê bi dehan malbatên ji ber propagandaya PDK´ê ji cih û warên xwe bûn, vegeriyan malên xwe. KCDK-E Başûr jî nameyeke eşkere ji nûnera NY´ê ya Iraqê re şand û jê xwest weke gelê Iraqê, ew jî li aliyê aştiyê biryara xwe bide.

PDK û dewleta Tirk xwestin vê carê bi tirsandinê, Şengalê vala û çol bikin. Ji destpêka êrişên li dijî Şengalê ve, saziyên ragihandinê yên PDK’ê bi israr rastî berovajî dikirin. Wan eşkere dixwest bikin ku xelkê Şengalê. Şengalê bi cih bihêle. Li gorî PDK’ê, kes li Şengalê nemabû, lê rastiya heyî, heqîqeta li cihê cih, lîstik. dek û dolabên PDK’ê pûç kirin.

Li aliyekî xelkê bi temaî cihê xwe çol nekir, li aliyê din jî yên ku malên xwe, warê xwe bi cih hiştin jî pêl bi pêl vedigerin ser mal û milkê xwe.

Doh û pêr bi dehan malbatên xelkê Dugurê ya ser bi Şengalê, vegeriyan ser malên xwe.

Malbatên xelkê Dugurê ku kel û pelên xwe li wesayîtan bar kiribûn, piştî dîtin ku pîlana PDK’ê ye û dixwazin Şengalê vala bikin, careke din kel û pelên xwe ji wesayîtan daxistin û li malên xwe bi cih bûn.

Dayîkeke ji Dugurê ya ku lil mala xwe vegeriya, dibêje, ew ti carî naxwazin li kampên Başûrê Kurdistanê yên devera di bin desthilata PDK´ê de bi cih bibin, ji ber wê jî ew ê dev ji malên xwe bernedin.

Propaganda li aliyekî astengkirina vegerê li aliyê din

Hêjayî gotinê ye PDK’ê û hevkarên wê, li ser navê Artêşa Iraqê idîa kiribûn ku li Şengalê wê şer biqewime. Piştî wê Artêşa Iraqê idîaya PDK’ê derewand û artêşê da zanîn ku tiştekî bi wî awayî nîne û divê civaka Êzîdî bi lîstikên qirêj nexape.

Li ser propagandaya bênavber û derew a çapemeniya PDK´ê hin malbatên çûbûn kampên li Duhokê jî, ji ber ku nasnameyên wan ji wan hatine standin, nikarin vegerin malên xwe. 

KCDK-E Başûr ji NY´ê re name şand

Jinên ku di nava KCDK-E Başûr de derbarê êrişa li dijî Şengalê de nameyek ji Jeanine Hennis-Plasschaert re şand û jê xwest, li Şengalê dawî li şer were. Wan got; “Gelê Şengalê careke din naxwaze bindest be, heta mirinê li berxwe didin. Xwerêveberî û hêza xweparastinê mafê rewa yê Êzîdiyan e.”

Jinên KCDK-E Başûr, derbarê rewşa Şengalê de, nameyeke eşkere ji Nûnera Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) û Berpirsa Kar û Barên Iraqê Jeanine Hennis-Plasscheart re şand.

Di nameyê de wan got, “Bila dawî li şerê di navbera hêzên parastina Şengalê û artêşa Iraqê de were. Ev şer tenê feydeyê li Tirkiye û malbata Barzanî dikî.

Pêwîstiya gelê Êzîdî bi destwerdana wan nîne, gelê Êzîdî ji bo bi mafê xwe yê aştiyê bijîn û vê aştiyê bi rêveberî xwe bidin dewamkirin.

Divê yekser li gel jinên Şengal bikeve têkiliyan, bipirse û bi axive. Ji ber ku heger li Iraqê şer biqewime, tu berpirsyar î. Gelê Iraqê vî şerî naxwaze.

Gelê Şengalê careke din naxwaze bindest be, heta mirinê li berxwe didin. Xwerêveberî û hêza xweparastinê mafê rewa yê Êzîdiyan e. Ji bo hebûna xwe xebatê dikin. Em li benda biryara te ya ji bo aştiyê ne.” 

ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.