- Di çarçoveya peymana Bexda-PDKʼê ya bi zorê dewleta Tirk de rêveberiya Bexdayê dixwaze Asayîşa Şengalê ji bajêr derkeve. Li dijî vê, tevî nerazîbûna eskerên Iraqê doh Şengalî meşiyan û careke din daxwazên xwe ragihandin. Di hevdîtina nûnerên Şengalê û Iraqê de daxwaz careke din hatin dubarekirin.
Rêveberiya Bexdayê li ser zexta dewleta Tirk û PDKʼê zorê li Şengalê dike da ku Asayîşa wê ji bajêr derxe û saziyên heyî yên Rêveberiya Xweser ji holê rake. Li ser vê yekê, Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê li bin konê nobetê civiya û biryar da li ber xwe bidin. Ev berxwedan bibe bi rêyên demokratîk, nebe jî bi awayên eskerî jî wê li ber xwe bidin.
Kurdên Ezdahî yên Şengalê ji bo vê daxwaza bigihînin her kesî doh li Şengalê meşeke girseyî û mezin pêkanîn, lê hêzên Bexdayê xwestin Ezdahiyên ji Xanesor û Til Izêrê bikevin Şengalê asteng bikin. Li ser vê jî rewşeke aloz rûda.
Şengalî ber bi seytereya Iraqê ve meşiyan û daxuyaniya çapemeniyê dan. Piştî daxuyaniyê rêveberên MXDŞ’ê, PADÊ û TAJÊ li gel rûspiyên Êzîdiyan bi rayedarên Iraqê re civiyan û daxwazên gel careke din bi awayekî nivîskî gihandin wan. Rayedarên Iraqê jî diyar kirin ku ew ê van daxwazan ragihînin Bexdayê.
Di hevdîtina li Navenda Leşkerî ya Artêşa Iraqê ya li Şengalê de, ji şandeya Şengalê Berdevkê Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Xwesar a Şengalê Xebat Hermo, Berdevka TAJÊ ya Şengalê Neam Bedel û rusipiyên Êzîdiyan amade bûn.
Endamên şandayê agahî dan ajansa Rojnewsê ku di hevdîtinê de careke din bal kişandine ser îradeya gelê Şengalê û gotine, ew ê dest ji îradeya xwe bernedin û wê li ser vê yekê bi israr bin.
Şengalî meşiyan
Berî hevdîtinê, şengaliyên ji Xanesor û Til Izêr û deverên din ji bendê hêzên Iraqê derbas kirin û xwe gihandin girseya nava Şengalê, bi hezaran kes li dijî hewldanên pêkanîna peymana Bexda-Hewlêrê ya li ser daxwaza Tirkiyeyê dest bi meşê kirin. Di meşê de rûspî, bawermend, rêveberên Tevgera Jin, Meclîsa Xweser, PADÊ û pêkhateyên din ên Şengalê cih girtin.
Bê navber bi dirûşman piştgirî dan Asayîşa Êzîdxanê û dirûşmên, “Bijî Berxwedana Şengalê”, “Bijî Berxwedana Dayîkan” hatin gotin.
Paşê li nêzî seytereya Iraqê Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê Heso Birahîm bi navê girseyê axivî û diyar kir, ew ê careke din destûr nedin, Şengal bibe qurbana hesabên siyasî û ev peyam da: “Em fermanên di bin navê qanûnan de li ser xwe qebûl nakin. Eger dewleta Iraqê û cîhan bixwazin qanûnan pêkbînin, divê tenê li ser gelê Êzîdî pêkbînin.”
Xweserî mafê me ye
Heso Îbrahîm diyar kir ku ew ê weke Civaka Êzîdî careke din nebin qurbanê siyasetên qirêj û got; “Êdî em xwedî hêzin, xwedî sazî û meclîsin, xwedî parastinin. Li vir nûnerên hemû gelên Şengalê û saziyan li virin. Tenê alîgirên partiyekê nehatine vir. Em niha ji bo Asayîşa Êzîdiyan li vir in. Eger sala 2014’an asayîşa Êzîdxanê heba, ew ferman wê pêknehatiba, dayîk û xwişkên me nedibûn qurbanî.”
Îbrahîm di dawiya axaftina xwe de daxwaza sereke ya gelê Êzîdî ku Şengal bibe herêmeke Nenavendî ragihand û got; “Em li dijî qanûnên Iraqê nînin, li gorî qanûnên dewleta Iraqê, em jî daxwaza mafê xwe dikin. Mafê me ye, li gorî qanûnan Şengal bibe herêmeke Nenavendî, yanî Şengal xwe bi xwe xwe birêve bibe. Li gorî destûra Iraqê ye. Her wiha ji ber ku gelê me û jinên Êzîdî di qirkirinê re derbasbûne, ev jî mafê xweseriyê dide me.”