Desteya Oldar û Serekeşîrên Şengalê li dijî gefên êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê daxuyaniyek da û bang li civaka Êzidî kir ku bi her awayî xwedî li Şengalê derkevin, parastina xaka xwe bikin.
Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk ên li ser Şengalê, Oldar û Serekeşîrên Şengalê daxuyanî da. Daxuyanî li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a li ser Çiyayê Şengalê, bi amadebûna bi dehan serekeşîr û oldarên Êzidiyan ji aliyê serekeşîr Dexîl Mirad ve hate dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Raya giştî dizane armanca dewleta Osmanî çi ye û ji ber çi destdirêjiyê dike li ser welatên derdora xwe. Dîroka wan a reş tije komkujî û qirkirine. Weke komkujiya Ermeniyan, komkujiyên Êzîdiyan û Elewiyan. Di dirêjiya dîrokê de, dixwazin xewn û xeyalên bav û bapîrên xwe bi cih bînin. Bi dagirkirina çiyayê Şengalê û komkujiyên nû yên li dijî gelê Êzîdî pêk bîne.
Em bang li tevahiya gelê xwe yê Êzidî û dostê wan dikin, bi me re bibin yek û bi hev re Şengal a pîroz biparêzin. Herwiha partiyên siyasî û hêzên leşkerî bi erka xwe ya niştîmanî û olî rabin û li dijî van êrişan bibin yek. Em ê heta dawî şerê xwe bikin. Çawa ku me li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê li ber xwe da û dest ji axa xwe ya pîroz berneda, berdêl çi dibe bila be, em ê ji niha şûn de jî dest ji parastina xaka xwe bernedin."
ANF/ŞENGAL