Şengal ne ya revokan e
Yekşem 16 Nîsan 2023 - 15:50
Kongreya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê a 5´an bi beşdariya 450 mêhvan û delegeyan bi dirûşmeya ‘Bi Xemla Nîsanê Şengalê Ava Bikin, Xweseriyê Misoger Bikin’ li Sinûnê bi rê ve çû û encamnameya wê hat eşkerekirin. Xisûsên sereke yên encamnameyê ev in:
* Kongreya me ya 5´an ji bo civaka Êzîdî û gelê Şengalê bûye destpêkeke nû di meşa azadî û xweseriya Şengalê de.
Kongreya Meclîsa Avakar bû hêviya vegera gelê me li Şengalê û bi keda şehîdan bi sedhezaran gelê me vegeriya ser axa xwe ya qedîm û pîroz, Şengal û Ezdayetî careke din şîn û geş bû. Li ser vî esasî me di Kongreya xwe de Hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser jî pêşkeş kir. Ev hevpeyman, hedef û armancên me xurttir û zelaltir dike, îddia û baweriya me mezintir kiriye. Me di hevpeymannê de jî destnîşan kiribû ku Rêveberiya Xweser a Şengalê, ne tenê pergaleke civakî û siyasî ye, her wiha pergala parastina hebûna civaka Êzîdî û pêkhateyên Şengalê ye.
* Kongreya me bû bersiveke xurt li dijî êrişên li ser Şengalê. Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya PDK’ê ji bo pergala Rêveberiya Xweser hilweşînin çi ji destê wan hate kirin. Bi taybet di du salên dawî de di êrîşên xwe de ti sînorên siyasî, civakî û exlaqî nas nekirin. Me di du salên dawî de ji bo parastina pergala Rêveberiya Xweser a Şengalê têkoşîneke pirr giran meşand, me berdêlên giran dan. Lê me karî em pergala xwe biparêzin, êrişan bişikînin. Lidarxistina vê kongrê nişan da ku dijminên gelê me têk diçin û em biser dikevin.
* Bi destê hin kes û aliyan hewl didin li dijî meclîsa gel, meclîseke ku di berjewendiya dijminên civaka Êzîdî de ye ava bikin. Weke dayikên me yên pîroz di kongrê de anîn ser ziman: ‘Kesên ji Şengalê reviyan nikarin li ser navê Şengalê bipeyivin. Şengal a şehîdan e, ne ya kesî din e’.
* Vegera gel li Şengalê, ji nû ve avadaniya Şengalê, xwedîderketina li îradeya Şengalê berpisyariya her hêz û aliyê siyasî û civakî ye. Bi wesîleya kongrê re, em careke din bang li gelê xwe yê koçber, bi taybet jî yên li kampên PDK’ê êsîr dikin da ku vegerin ser axa xwe û em Şengalê bi hev re xweş û geş bikin.
ŞENGAL