• Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em bang li gelê xwe yê li Ewrûpayê, sazî û dezgehên azadîxwaz dikin ku ji bo piştgiriya bi Şengalê re zêdetir kar bikin.

Rêveberiya Xweser a Şengalê bi daxuyaniyekê helwêst li dijî êrişên bi ser Şengalê de nîşan da û got, “Em dikarin ji dijmin re tenê vê bibêjin; bila baş zanibin em ê Şengaleke xweser û azad ava bikin û hedefên van şehîdan pêk bînin."

Rêveberiyê li ser êrişên dawî yên li ser Şengalê, helwêsta hikûmeta navendî ya Iraqê û helwêsta gel û rêveberiya xweser a Şengalê ya li hemberî pîlanên li dijî Şengalê daxuyaniyek da.

Êrişî dijminên DAIŞ’ê dikin

Rêveberiya Xweser got, "Dewleta Tirk li pêş çavên Koalîsyona Navdewletî û hikûmeta Iraqê êrişî Şengalê dike. Êriş bi taybetî li hemberî civaka Êzîdî û kesên ku DAIŞ têk birine, tên kirin. Em van êrişan wek desteka bi çeteyên DAIŞ’ê re dibînin. Bêdengiya Iraqê û Neteweyên Yekbûyi jî dibe sedem ku dewleta Tirk van êrişan dewam bike. Herî dawî di 7’ê Kanûnê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, hevrê Merwan Bedel û piştî wê di 11'ê Kanûnê de Meclîsa Gel a Xanesorê ku îradeya gelê Xanesorê temsîl dike, kirin hedef."

Tola DAIŞ’ê ji Şengalê dihilînin

Rê”veberiyêî bi bîr xist ku Merwan Bedel Xwedêda ji destpêka êrişan ve li dijî DAIŞ’ê şerkiriye û got, "Merwan Bedel, ji destpêka êrişên DAIŞ’ê ve ku wê demê hêzên Iraqê û Başûrê Kurdistanê erka xwe pêk neanîn, li hemberî çeteyên DAIŞ’ê sekinî û li ber xwe da. Her wiha di parastina xaka Iraqê de bi roleke sereke rabû. Yek ji wan kesan bû ku fermandarî kir, ji bo DAIŞ bê têkbirin û gelê Êzîdî vegere ser axa xwe. Êrişên dewleta Tirk ên li dijî kesên mîna Merwan Bedel, Seîd Hesen û Zerdeşt Şengalî tê çi wateyê? Helbet ev tolhildana DAIŞ’ê ye. Li hemberî van êrişan bêdengî cihê şermezariyê ye.

Merwan Bedel kesekî Iraqî, siyasî û leşkerî bû, ji aliyê siyasî ve civaka Êzîdî temsîl dikir. Piştî Kongreya 4’an a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, bi erka birêvebirina civakê û pêşengiya siyasî rabû."

Em ê Şengala xweser 
û azad ava bikin!

Rêveberiya Xweser a Şengalê di dewamê de got, "Ji ber van êrişan, tiştekî cuda ku em ji dewleta Tirk re bibêjin nîne, ji ber ku dijminê me yê bi sedan salan e. Em dikarin ji dijmin re tenê vê bibêjin; bila baş zanibin, em ê Şengaleke xweser û azad ava bikin û hedefên van şehîdan pêk bînin.

Lê Iraqa ku 3’ê Tebaxa 2014’an bi hezaran leşkerên xwe ji Şengalê vekişandin û tevî PDK’ê gelê me di nav pençeyên çeteyên DAIŞ'ê de hişt, bû sedem ku bi hezaran jin, zarok û gelê me bikeve destê çeteyan û ji ser warê xwe koçber bibin. Piştî ku gelê Êzîdî bi saya gerîlayên PKK’ê û şervanên YBŞ-YJŞ’ê xwe bi rêxistin kir û bû xwedî îrade, niha jî Iraq li hemberî êrişên li dijî pêşengên gelê me, xwe kerr û kor dike.

Ji Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an ve, nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê li hemberî gelê me ne ji rêzê ne. Iraq li hemberî êrişên hewayî jî bêdeng e. Wê demê em dipirsin, gelo rola hêzên Iraqê li Şengalê çi ye?"

Rêveberiyê gel pîroz kir

Rêveberiyê helwêsta gel a li dijî bêdengiya hikumeta Iraqê jî pîroz kir û wiha dewam kir: "Banga me li tevahiya civaka Êzîdî û dostên me ye, vê helwesta xwe dewam bikin û daxwaza mafê xwe bikin. Çalakiyên li Şengalê mafê gelê Şengalê ye. Lê helwêstên hêzên ewlekariyê yên Iraqê li hemberî gelê me ne di cih de ne. Bi taybetî bikaranîna çekê li hemberî gel li ti cihî nayê qebûlkirin. Ji bona vê, em bang li saziyên parastina mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dikin bi erka xwe rabin û li hemberî van binpêkirinên hêzên ewlekariyê yên li dijî gelê me, bibin xwedî helwêst." 

Destûr dan hikûmetê

Rêveberiyê birîndarkirina rojnamevanan şermezar kir û  bi bîr xist ku di encama hevdîtinên bi hikûmeta Bexdayê re wan destûr daye saziyên hikûmî da ku li Şengalê bixebitin: "Em wek Rêveberiya Xweser li dijî vê bêdengiyê ne, loma di 12’ê Kanûnê de me biryar da ku tevahiya saziyên hikûmî û yên medenî bên girtin. Piştî danûstandina di navbera me û rayedarên Iraqê de 13’ê Kanûnê bi biryara Rêveberiya Xweser, tevahiya sazî û dezgehên Şengalê dest bi karê xwe kirin. Careke din em bang li hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî dikin ku li hemberî van êrişan bêdeng nemînin. Em bang li gelê xwe yê li Ewrûpayê, sazî û dezgehên azadîxwaz dikin ku ji bo piştgiriya bi Şengalê re zêdetir kar bikin."

Dev ji zimanê dijmin berde

Di dawiyê de rêveberiyê bang li PDK´ê kir û got, "Kesên ku li dijî Rêveberiya Xweser kar dikin, bi taybetî jî PDK ku bi rêya dezgehên xwe yên ragihandinê bi zimanê dijmin diaxive, bila dest ji vî karê xwe berdin. PDK’ê gelê me li nav kampan dîl girtiye, bi daxuyaniyên xwe êrişên li dijî Şengalê rewa dike. 

Xweseriya Şengalê mafê gelê me ye, ev ê hedefa me be, em soz didin ku ti kes wê nikaribe êdî civaka me li gorî xwe b ikar bîne. Bedel çi dibe bila bibe, em ê li ser şopa şehîdên xwe dewam bikin."

ROJNEWS/ŞENGAL