Li Şengalê li dijî tecrîda li Îmraliyê meşek hate kirin, berxwedana zindanan hate silavkirin. Bi sedan kes li navçeya Sinûne ya Şengalê hatin ba hev û li dijî tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyan jî hate silavkirin. Bi sedan kes bi banga TAJÊ û YCJÊ li pêşiya Meclîsa Gel a Sinûne hatin ba hev û bi sloganên ‘Bijî Serok Apo’ meşiyan.
Piştî meşê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de hate diyarkirin ku “Dewleta Tirk a faşîst û dagirker dixwaze me gel ji Rêber Abdullah Ocalan veqetîne. Şertên tecrîda li Îmraliyê roj bi roj giran dibe. Pergala heyî ji paradîgmaya azadiyê û felsefeya Rêber Apo ditirse. Heke îro civaka Êzidî xwedî statuyeke azad û nasnameyê be, ev bi saya Rêber Abdullah Ocalan pêk hatiye.
Bi taybetî jinên Êzidî zincîra koletiyê qetandine û ji hemû jinên cîhanê re bûne mînak. Heke Rêber Apo ji civakê were dûrxistin, tiştekî bi navê exlaq, azadî û rastiyê namîne. Azadiya Rêber Apo, azadiya hemû jinan û civakê ye.”
ANF/ŞENGAL