Şengal hesab dipirse!

Çarşem 3 Tebax 2022 - 22:30

  • Şengaliyan doh saet 10´an rêz girt ji şehîdên fermana beriya bi 8 salan re û av li xelkê belav kirin ji bo bi sedan zarok û kalûpîrên di fermanê de ji tîhna şehîd bûn. Şengaliyan xwest berpirsiyar bên dadgehkirin.

Di salvegera 8´an a fermanê de jin, ciwan, pîr û zarokên Êzîdî ji 7 salî heta 70 salî li ser piyan bûn. Doh wan li navenda Şengalê û li navçeyan nîşan ad ku Şengal hesabê fermanê dipirse. Civaka Êzîdî dibêje, ew ne xianeta mala Barzanî ne jî berxwedana gerîla ji bîr nakin û vê bangê dike: “Divê hesab ji berpirsên fermanê were pirsîn.”

Di salvegera 8´an a Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de, ev bi rojan e ku li Şengalê bernameyên bibîranîna fermana 2014’an tên lidarxistin û merasîma mezin a bibîranînê jî doh bû.

Civaka Êzîdî ji bo bibîranîna şehîdên fermanê saet di 10:00’an de rêz girt, eynî weke ku jiyanê rawestîne. Piştî rêzgirtina ji bo şehîdan jî li gelek cihan av belav kir. Ji ber ku di fermanê de bi sedan jin, zarok û kalemêr ji tîna şehîd bûbûn. Civaka Êzîdî ji 7 salî heya 70’ê salî, ji kalemêran heya zarokan ji bo şehîdên fermanê li ser piyan bûn û hesabê fermanê ji sûcdaran xwestin.

Rêveberiya PDK´ê mal wêran kir

Kalemêrê bi navê Brahîm Xwedêda Qaso bi bîr xist ku sala 2014’an, piştî ku pêşmergeyên PDK’ê terka Şengalê kirin, ferman bi ser serê wan de hat: “Bi hezaran xelkê me wê rojê ketin destê DAIŞ’ê, bi hezaran jin, zarok û kalemêrên me ji tîna mirin, ev hemû ji ber birêveberiya herêma Kurdistanê bûn.” 

Brahîm Xwedêda ji bo DAIŞ’ê jî got, ew rêxistineke terorê ya navneteweyî bû ku bi navê Îslamê rabû û wiha dewam kir: “Di rastiyê de dûrî Îslamê bûn. Bi zor û zextê ji Êzîdiyan xwestin ku bibin Misilman. Ev malmîratî hate serê me, bi sebeba Mesûd Barzanî.’’
Brahîm Xwedêda, wekî din got, ji ber sûcên fermanê ne li Iraqê ne jî li qada navneteweyî kesek nehatiye dadgehkirin û ev bang kir: “Lazim e derbarê kesên berpirsyar de doz û lêpirsîn werin kirin. Lazim e qanûnek were derxistin da ku kesên sûcdar werin dadgehkirin.”

100 ferman jî rabin em Êzîdî ne

Brahîm Xwedêda Qaso, di dawiyê de nerazîbûn nîşanî kesên wekî Majîd Şengalî da ewên ku dibêjin, Şengal ne ya Êzîdiyan e, û got, “Kesên diravxwarî, dibêjin Şengal ne ya Êzîdiyan e, ihtîrama me ji bo her gelê li Şengalê heye, lê Şengal a Êzîdiyan e. 100 ferman jî rabin, em Êzîdî ne, ew insanê ku bi dirav dînê xwe, dîroka xwe firot, ew insanê ku xwîna şehîdan firot, ew ne insan e.”

Berxwedana gerîla ji bîr nakin

Endama Koordînasyona TAJÊ, Neam Bedel jî di destpêka axaftina xwe de bal bire ser xiyaneta PDK’ê ya li Şengalê û got, “Beriya bi 8 salan, di vê saetê de Şengal kete destê DAIŞ’ê û komkujî çêbû. Ev rojeke zehmet e ji bo me, heta dinya hebe em xiyaneta mala Barzanî ji bîr nakin. Heta yek ji me heye, em qenciya gerîla jî ji bîr nakin ku ti sînor nas nekirin û hatin bi hawara me ve.”

Neam Bedel her wiha bang li Êzîdiyan kir da ku vê roja reş û şehîdên fermanê ti carî ji bîr nekin: “Her Êzîdiyek li ku derê be, lazim e vê rojê ji bîr neke, bi bîr bîne. Vê rojê û xiyaneta mala Barzanî ji bîr neke. Em dizanin kî em firotin û kî bi me ve hat.” 

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.