Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Êvan Fayeq ragihand ku rewşa ewlekariyê ya Şengalê gelekî baş e û ew hewl didin penaberên Êzîdî vegerînin herêmên wan. Wezîra Koçberan diyar kir ku divê dosya penaberan tevlî berjewendiyên siyasî neyê kirin.

Êvan Fayeq çû serdana wargehên penaberan ên Erbet û Aştî yên li herêma Silêmaniyê.

Êvan Fayeq piştî serdana xwe, li ser rewşa penaberan, vegera penaberên Êzîdî ya ji bo warên wan, daxuyaniyek da çapemeniyê.

Wezîrê diyar kir ku 28 hezar malbat di 16 wargehên li Dihokê de niştecih bûne û got; “Zêdetirî xwe xelkê Şengalê ne, vegera ji bo Şengalê jî dewam dike. Rewşa ewlekariyê ya Şengalê gelekî baş e, tenê hinek mal xirabûyî ne. Em bi komek rêxistinan re hewl didin Şengalê ava bikin û malên xirabûyî çêkin.”

Êvan Fayeq di dewamê de got; “Penaber di rewşek xirab de ne, pêwîst e danûstandineke mirovane bi wan re were kirin. Ez rê nadim berjewendî tevlî dosya penaberan were kirin.”

ROJNEWS/SILÊMANÎ