- Tevî liv û tevgera hewayî ya li ser Şengalê jî xelk li ser banga Meclîsên Gel ên Rêveberiya Xweser a Şengalê, li seytereya Mûşterek a Xanesorê ya ku bû hedefa êrişan kom bû.
Tevî liv û tevgera hewayî ya li ser Şengalê jî xelk li ser banga Meclîsên Gel ên Rêveberiya Xweser a Şengalê, li seytereya Mûşterek a Xanesorê ya ku bû hedefa êrişan kom bû. Li ser navê Rêveberiya Xweser, Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê Xwedêda Îlyas got, êriş nikarin wan ji xebat û têkoşîna wan bikin: “Îradeya me ji çekên we bihêztir e.” Ji Fermandariya YBŞ’ê Çeko Şengalî jî got, ew ji bo her êrişê amade ne. Fermandariya YBŞ´ê bi daxuyaniyekê da zanîn ku di êrişa berfereh de 3 welatî şehîd bûne.
Pêr bi şev, li dijî Kampa Penaberan a Mexmûrê, Şengal û Rojavayê Kurdistanê êrişên hewayî pêkhatin. Di encama êrişan de li Mexmûrê şehîd û birîndar çêbûn.
Şengal jî bêhtirî 4 saetan hat bombekirin. Doh li ser banga Meclîsên Gel ên ser bi Rêveberiya Xweser a Şengalê, civaka Êzîdî li seytereya Mûşterek a Xanesorê kom bû. Ev seytere jî pêr bi şev bûbû hedefan êrişa balefirên dagirkeran. Gava ku nûçeya me dihat amadekirin jî, bênavber balafir li ser Şengalê difirîn û tevî vê yekê jî xelkê Şengalê li cihê êrişê kom bû û helwêsta xwe eşkere kir.
Hevserokê Meclîsa Gel a Sinûnê, Xwedêda Ilyas li ser navê rêveberiyê got, dewleta Tirk a dagirker pêr bi şev qederê 5 saetan bombe bi ser Şengalê de barandine: “Ev êrişên li dijî Çiyayê Şengalê, dewama fermana 2014’an e. Wê demê xwestin bi êrişan Çiyayê Şengalê ji civaka Êzîdî vala bikin.
Îradeya gelê Êzîdî îro ji êrişên wan, ji tank û topên wan qewîtir e. Me sozek daye ku em li ser şopa şehîdan bin. Em ji tank û topên dijmin ku ji 2014´an ve êrişên wan li ser me dewam dikin, natirsin. Êrişên dewleta Tirk û yên DAIŞ’ê bi hev ve girêdayî bûn, yek pîlan bû.”
‘Erdogan piştgiriya fikra DAIŞ’ê dike’
Xwedêda Ilyas her wiha êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li hemberî Girtîgeha Sinaa ya Hesekê jî bi bîr xist û got, “20’ê Çile êrişî Hesekê kirin da ku careke din fikra qirêj a li dijî mirovahiyê li cîhanê belav bikin. Erdogan îro piştgiriya wê fikrê dike. Em wek meclîs û saziyên Şengalê, soz didin ku li ser şopa şehîdan bin û li ber xwe bidin. Em ê kar û xebatên xwe bidomînin.”
Xwedêda Ilyas di dawiyê de jî bal bire ser hevkariya dewleta Tirk û DAIŞ’ê: “Pîlana dewleta Tirk û a DAIŞ’ê yek e. Li Hesekê hedef û armancên wan pêk nehatin. Îro jî êrişî wan şervanan kirin ku ji 2014’an ve li ber xwe didin. Mexmûr, Qereçox, Dêrik, Kobanê, Şengal, êriş hemû bi hev ve girêdayî ne. Em soz didin em li ser xebatên xwe bin. Em soz didin li ser şopa şehîdan bin.”
Ji Fermandariya YBŞ’ê Çeko Şengalî bal bire ser hevkariya PDK, dewleta Tirk a dagirker û DAIŞ’ê ya li herêmê û ev peyam da civaka Êzîdî: “Gelê Şengalê dikare bê tirs kar û xebatên xwe bide meşandin. Ne tenê DAIŞ, li hemberî her hêzê, amadekariyên me hene û heger êrişek çêbe, hêza me heye ku em gelê xwe biparêzin.”
Çeko Şengalî wekî din îşaret bi hevkariya Parastina PDK´ê û MÎT´an Tirk kir û wiha hişyar kir: “Kesên xiyanetkar, bila dest ji karê xwe yê qirêj berdin, ew ê jî bibin hedef.”
3 welatî şehîd bûn
Fermandariya YBŞ'ê ragihand ku di bombardûmana dewleta Tirk a dagirker de li Şengalê 3 karkerên bîrkolanê şehîd bûne û yek jî birîndar bûye. YBŞ'ê diyar kir ku li gel bombardûmana giran a li dijî 21 deverên Şengalê jî tiştek bi hêzên wan ên leşkerî nehatiye.
ROJNEWS/ŞENGAL