Malbata nivîskar Şemsettîn Ozer ê 27 sal in girtî ye û niha bi penceşêrê ketiye, dibêje: “Em dixwazin tavilê were berdan.”

Şemsettîn Ozer ê 53 salî, li Hepsa Bafrya ya Tîpa T tê ragirtin. Beriya bi 3 mehan ji ber nikaribû bêhna xwe bide û bistîne, ew birin revîra hepsê. Rewşa wî giran bû û li ser vê yekê ew birin Nexweşxaneya Samsûnê ya Perwerdehiyê û Lêkolînê. Piştî hin tetkîkan wî li hepsê vedigerînin. Beriya bi sê rojan, raporên Ozer ji nexweşxaneyê hatin û derket holê ku bi penceşêra qirikê ketiye.

Malbata Ozer anî ziman ku rewşa Şemsettîn her roj girantir dibe û got: “Em dixwazin were berdan. Emrê wî di hepsan de bihurî. Niha teşxîsa penceşêrê danîne. Bila berdin, em ê li malê dermankirina wî bidomînin.” 
 
27 salan di hepsê de ma

Ozer sala 1995’an li navçeya Qûbînê ya ser bi Êlihê hat girtin. Piştre bi îdîaya “Yekîtî û tevahiya welat xera kiriye” cezayê hepsê yê heta hetayê lê hat birrîn. Di van 27 salên  di hepsê de bi gelek nexweşiyan ket.

Şemsettîn Ozer di hepsê de heta niha pirtûkên bi navê “Felsefe ile kendini arayan insan (Însanê bi felsefeye li xwe digere)” û “Ömrümün 7 günü (7 rojên emrê min)” nivîsandiye.

MA/WAN