Hunermendên şêwekar ên sempozyûma “Firat û Reng” a li kantona Reqayê destnîşan kirin ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li pêşiya hunerê zehmetî derketin, lê piştî rizgarkirina deveran êdî huner hat vejandin. Her wiha wan da zanîn ku hunermend bi tablo û xêzên xwe rastiyê dixemlîne.
Komîteya Çand û Hunerê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a kantona Reqayê di 13'yê Kanûnê de sempozyûma Hunera Şêwekariyê ya "Firat û Reng" a duyem li dar xist û di sempozyûmê de şêwekarên ji hemû deverên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn
Hin hunermendan der barê sempozyumê axivîn.
Zehmetî hebûn lê niha huner pêş dikeve
Şêwekar Şaban El Îdo got: "Ez di sempozyûma Firat û Reng a yekem û duyem de li bajarê Reqayê beşdar bûm, her wiha beşdarî gelek sempozyumên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên din jî bûm. Îsal jî ez bi 2 tabloyan beşdarî vê sempozyûmê bûm. Yek li ser taxeke gelêrî ya dema bav û kalên me ye û ya din li ser heriya ku kalên me berê bi kar dianîn e." El Îdo destnîşan kir ku li pêşiya hunera şêwekariyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zehmetî derketin holê lê belê niha huner pêş ketiye û pêşangeh tên lidarxistin. Ji seranserê Sûriyeyê gelek hunermend beşdarî sempozyûmê bûne.
Alîkariya desteya çandê zêde ye
Her wiha hunermend Nahid El Hindî got: “Ev cara yekem e ku beşdarî sempozyûmê dibim. Qederê 30-40 şêwekar beşdarî sempozyûmê bûne û bi qasî ku min dît haziriyeke baş heye ji bo sempozyûm bi rêk û pêk here serî. Di dema rizgarkirina Reqayê de hunermendên şêwekar li derveyî bajêr bûn, me di şer de zehmetî kişandin û piştî ku em vegerîn Reqayê me xwest em bajarê xwe bi rêya hunerê pêş bixin û nameyeke aştî û hezkirinê ji bo cîhanê nîşan bidin. Ev tev bi alîkariya karmendên Desteya Çandê ye.”
Nahid El Hindî da zanîn ku şêwekar di sempozyûmê de bi gelek mijarên cuda daketine lê jîngeha herêma Firatê herî zêde hatiye xêzkirin. Nahid El Hindî ji bo tabloyê xwe jî got; "Ez bi tabloyeke portre ya li ser semboleke Reqayê, nivîskar, fîlozof û bijîşk Ebdulselam El Icêlî beşdarî sempozyûmê bûm.”
ANHA/REQA