ÎBRAHÎM ÊZIDΠ
ROJNEWS/ŞENGAL

Endamê Mekteba Siyasî ya PADÊ, Şivan Emerî da zanîn ku PADÊ wê bi awayekî fermî tevlî hilbijartina Iraqê bibe û namzetê wê yê Şengalê jî Semîr Derwêş e. Şivan Emerî 9 xalên bernameya PADÊ yên hilbijartinê jî eşkere kirin.

Şivan Emerî bi bîr xist ku gelê Êzidî di gelek qonaxan re derbas bûye, lê heta niha ti partiya li ser navê Êzîdiyan hatiye avakirin, tiştek ji bo berjewendiyên Êzîdiyan nekiriye.

Şivan Emerî da zanîn ku PADÊ ji roja hatiye avakirin ve hewl dide xizmeta civaka Êzîdî bike û ji bo berjewendiyên civaka xwe wê tevlî hilbijartinê bibe.

Şivan Emerî got, wan berevajî partiyên din, namzetê xwe di encama kombûnên berfireh ên gelê Şengalê de diyar kiriye. Emerî got, di encama kombûn û gotûbêjan de Semîr Derwêş wekî namzetê PADÊ hatiye hibijartin û wê karekî serketî ji bo naskirina îradeya Êzîdiyan bimeşîne.

Dengê Êzîdiyan divê parçe nebin

Şivan Emerî bal bire ser wê yekê ku di hilbijartina derbasbîyî de her eşîreke Êzîdiyan namzetekî cuda nîşan dabû, ev jî bûbû sedem ku dengên Êzîdiyan parçe bibin. Şivan Emerî bang kir da ku dengên xwe parçe nekin.

Şivan Emerî anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêkan û naskirina îradeya Şengalê hilbijartin jî girîng e: “Pêwîst e em hêza xwe bikin yek. Pêwîst e em hişyar bin. Gelê me yê li kampan, belkî nikarin dengên xwe bi awayekî azad bidin. 

Yek ji armancên me ew e ku em xweseriya Şengalê hêzên wê yên leşkerî li Iraqê femî bikin. Gelê me jî pêwsît e vê kedê  ji bîr neke û bizane ku PADÊ mafê rewa ê gelê Êzîdî wê misoger bike. Em bang li gelê xwe dikin da ku di hilbijartinê de dengê xwe bide namzetê xwe.”

9 xalên sereke yên PADÊ

Endamê Meketeba Siyasî ya PADÊ’yê Şivan Emerî bal bire ser bernameya hilbijartinê ya PADÊ û xalên wê yên sereke rêz kirin:
- Ji bo Şengal bibe parêzgeheke nenavendî ya girêdayî hikûmeta federal, kar were kirin.
- Ji bo ku fermana 3’yê Tebaxa 2014’an weke jenosîd bê naskirin û berpirsên vê fermanê bêne dadgehkirin, kar were kirin.
- Li deverên  hindikahiyan, ji bo parastina wan, daxwaza avakirina hêzeke leşkerî.
- Ji bo vegera kesên di fermanê de hatine revandin, kar were meşandin.
- Ji bo peydakirina xizmetguzariyên sereke kar were meşandin û ji bo vegera koçberan avakirina rewşeke aram.
- Destekdayîna ciwan û jinan, ragihandin û çapemeniya azad.
- Misogerkirina mafên malbatên şehîdan û mexdûrên fermanê û şer.
- Li hemû deverên Êzîdî lê, ji bo guhdarîkirina pirsgirêkên gel û çareserkirina wan, vekirina ofîsên parlemanterê PADÊ.