Li Zanîngeha Rojava, li Fakulteya Hiqûqnasiyê di çarçoveya hemleya ‘Tolhildanê’ de Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê, bi rasthatina salvegera şehadeta Sakîne Cansiz, Fîdan Doğan û Leyla Şaylemez de semînerek da xwendekaran. Bi dehan xwendekar beşdarî vê semînerê bûn. Di semînerê de dersdaran bal bire ser siyaseta qirkirinê ya dewleta Tirk got, vê siyasetê bi komkujiya Dersimê sala 1938’an dest pê kiriye û heta bi komkujiya Parîsê sala 2013, komkujiya Silopiya sala 2016 û heta roja îro komkujiya Kobanê îro jî dewam dike. Piştre li ser jiyan û tekoşîna Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez sînevizyonek hat nîşandan.

QAMIŞLO