Sembola wêrekî û kedkariyê

Çarşem 8 Gulan 2024 - 02:55

  • HPG’ê fermandar Şevger Çiya bi rêzdarî bibîr anî û got: Hevrêyê me Şevger heta nefesa xwe ya dawî,têkoşîna azadiyê bi serketî meşand.

HPG’ê Fermandar Şevger Çiya bi rêzdarî bi bîr anî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayê şehîd ev tişt diyar kirin:“Em hevrêyê xwe Şevger Çîya, leheng ê gelê Kurdistanê, şervanê qehreman û fermandarê xwe yê hêja, di salvegera şehadeta wî de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.

Hevrêyê me Şevger ku bi exlaqê partiyê û hişmendiya kûr a welatparêziya ku bi dest xistibû, li ser bingehek watedar û rast dest bi têkoşînê kir, heta nefesa xwe ya dawî têkoşîna azadiyê bi awayekî serketî meşand. Hevrêyê me yê ku 24 salan di nava têkoşînê de cih girt, ji Mêrdînê heta Gabarê, ji Cûdî heta Herêmên Parastinê yên Medyayê li gelek herêmên Kurdistanê ji bo erkên xwe yên şoreşgerî pêk bîne, kedeke mezin da. Hevrê Şevger ku ji bo azadiya Rêbertiyê û Kurdistana Azad bêyî navber têkoşiya, ji bo pêkanîna vê armancê di bin her şert û mercî de bû leşkerekî bêhempa yê xeta partiyê. Kesayetiya hevrêyê me Şevger a fedakarî, sadebûn û karekterê fermandariya wî her tim ji aliyê me hevrêyên wî ve bibe mînak û em ê xeyalên hevrêyê xwe bi serkeftinê tacîdar bikin. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja, gelê me yê welatparêz ê Mêrdînê û hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Ew dilsozê şehîdan bû

Hevrêyê me Şevger Çiya di malbateke welatparêz de li gundê Eqres ê navçeya navendî Artûklû ya Mêrdînê jidayîk bû. Hevrêyê me yê ku di zarokatiya xwe de bi gerîlayên ku dîtiye mezin bû, xeyala gerîlatiyê dike. Wek şahidê şewitandina gundan û kuştinên kiryar nediyar ên di salên 90’î de li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin kirin, mezin bû. Ji ber ku malbata hevrêyê me Şevger cerdevaniyê qebûl nedikir, piştî ku derbasî navenda Mêrdînê bû têkiliya wî ya bi partiyê re demeke kurt qut bû. Lê paşê ew bi rêya zindanê têkiliyên xwe ji nû ve danî. Hevrêyê me yê ku di nava xebatên milîsan de cih girt, hemû erkên xwe bi baldarî û cidiyeteke mezin bi cih tîne. Hesasiyeta wî ya di nêzîkbûna erkan de bala hevrêyên xwe yên gerîla dikşîne. Serkeftina wî ya di xebata bajêr de û xebatên wî ji gelek kesan re bûne mînak. Piştî ku bi salan li bajêr xebitî, di sala 1998'an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li herêma Bagokê gihişte çiyayên azad, di demeke kin de ji bo her kesê ku bi motîvasyona tevlîbûna jiyana gerîla bibe, bû milîtanekî amade. Di sala 1999’an de derbasî herêma Gabarê bû û bi coşeke mezin çalakiyên xwe yên gerîla berdewam kir, bi biryara vekişînê ya di heman salê de li herêma Heftanînê erka xwe ya şoreşgerî berdewam kir. Li herêma Heftanînê di dewreya peywirdarkirinê de cih girt, ji bo ku gelek hevalên xwe bi silametî bigihêjin cihên xwe, hewl da. Du salan di Şehîdgeha Heftanînê de xebitî. Dizanibû ku PKK partiya şehîdan e, erka xwe bi giranî bi cih anî. Hevrêyê me yê ku di Pêngava 1’ê Hezîrana 2004’an de vegeriya herêma Botanê, beşdarî çalakiyên ku derbên giran li dijmin hatin xistin bû. Li hemberî êrîşên dijmin bi moraleke bilind, bi bawerî û îradeya Apoyî têkoşînê di her warî de pêş xist. Bi sekna xwe ya exlaqî, cesaret, durustî û kedkariya xwe bi şêwazê Apoyî erkên xwe yên fermandariyê bi cih anî. Bû fermandarekî serketî ku di her qada ku lê bû de hemû hevrêyên xwe bi pêşengiya şehîdên serdemê ji xwe re mînak girt. Hevrêyê me Şevger di 22’ê Çileya 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalên şehîdên xwe bişopînin û têkoşîna ku ji me re mîras dane bigihînin serkeftinê.”

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Şevger Çiya wiha ne:

Şevger Çiya (Sedat Aksû), li Mêrdînê jidayîk bûye, 22’ê Çileya 2022’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.