Sembola hevrêtî û fedakariyê

Şemî 7 Îlon 2024 - 03:15

  • Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Şehîd Nûjiyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî û got: Em soz didin ku em ê xewn û xeyalên hevrêya xwe Nûjiyan bi cih bînin.

YJA Starê Nûjiyan Amed bi rêzdarî bi bîr anî. Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê bi vî rengî ye:

"Ji fermandarên YJA Starê û milîtana pêşeng a PAJK'ê hevrêya me Nûjiyan Amed 23'ê Tîrmeha 2023'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû. Di serî de malbata hêja ya hevrêya me Nûjiyan bila serê gelê Kurd ê welatparêz û malbatên şehîdan sax be. Em soz didin ku bidin ser şopa armancên hevrêya xwe Nûjiyan û wan armancan pêk bînin. 

Bi sedan ciwan perwerde kirin

Hevrêya me Nûjiyan Amed sala 1970'î li gundê Kubeyşî yê navçeya Bismil a Amedê jidayîk bû. Ji ber pirsgirêkên aboriyê yên malbatê di sala 1984'an de tevlî malbata xwe koçî navçeya Tarsûs a Mersînê kir. Hevrêya me Nûjiyan bi bandora karên ERNK'ê di sala 1993'an de ji navçeya Tarsûs a Mersînê bi îdîa û daxwazeke mezin dest bi meşa xwe ya şoreşê kir. Bi kesayetiya xwe ya durust, dilsoz, ji dil û fedakar her tim li gorî cewhera milîtaniyê tevlî bû. Bi vî rengî ji hevrêyên xwe re bû mînak. Tiştên ku ji felsefeya azadiyê ya Rêber Apo, ji hevrêyan û jiyanê hîn bû, hewl da hînî hevrêyên xwe bike. Hevrêya me Nûjiyan bi ruhekî neteweyî li hemû herêmên Kurdistanê kar kir, têkoşiya. Li çar aliyên Kurdistanê pêşengî ji karên perwerde û rêxistiniyê kir, ev yek ji xwe re kir wezîfeya sereke û li gorî vê yekê tevlî bû. Bi paradîgmaya nû re hevrêya me Nûjiyan bi giranî tevlî nava karên gel bû. Bi têgihiştina ku li ser bingeha paradîgmaya nû divê nûbûn pêk were her tim tevlî têkoşînê bû. Li ser vê bingehê li qada civakî kedeke mezin da. Hevrêya me Nûjiyan li Rojavayê Kurdistanê jî ji bo pêşvebirina şoreşê kedeke mezin da. Bi taybetî piştî destpêkirina êrîşên hovane yên çeteyên DAÎŞ'ê derbasî vê qadê bû, kar kir û ji bo pêşîgirtina li êrîşên çeteyan bi sedan ciwan perwerde kir. 

Hevrêya me Nûjiyan ku milîtana PAJK'ê ya pêşeng û fermandara YJA Starê bû, di nava hevrêyên xwe hemûyan de bû cihê baweriyê. Ji ber vê yekê jî li gelek qadan karên stratejîk meşand. Ji bo biçe qada şerê giran timî pêşniyar dikir. Heta kêliya şehadetê bi tecrûbe û danheviya xwe bê navber kar kir, têkoşiya. Ji ber vê yekê hevrêya me Nûjiyan bû sembola hevrêtî û fedakariyê, bû milîtaneke Apoyî ya mînak.

Em careke din sersaxiyê ji malbata hêja ya hevrêya xwe Nûjiyan û tevahiya gelê xwe yê welatparêz re dixwazin. Çawa ku tevgera me li ser bîranîna şehîdên me pêngavên mezin pêk anî, em careke din dibêjin ku bi van şehîdên xwe em ê serketinên mezin bidest bixin."

Agahiyên li ser nasnameya hevrêya me Nûjiyan Amed bi vî rengî ne:

Nûjiyan Amed (Salîha Akbiyik), li Amedê jidayîk bûye, 23’ê Tîrmeha 2023’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.