Yek ji jinên berxwedêr Gulê Mişko ku di nava Êzidiyan de bi navê Dayê Gulê tê naskirin,bi wêrekî li dijî çeteyên DAIŞ’ê de li berxwe da û heta kêliya dawî bi demanceyê şerê çeteyan kir û hate qetilkirin. Dayê Gulê li Şengalê bi merasîmekê hate bîranîn. Xelk li dora Peykerê Dayê Gulê ya li Çerxerêya Mam Zekî kombûn. Di destpêkê de Oldar Şêx Saet bi çend sebeqiyên Qewlên Êzidiyan dest bi axaftinê kir û got:“Ferman li ser me hîna jî berdewam in. Em bi hêvîne ku gelê me hayîdar be û yekitî û tifaqa xwe xurt bikin.”

Keça Dayê Gulê Dilîman Reşo jî hestên xwe anî ziman û wiha axivî: “Îro cardin li me roja reşe, her ku ev roj tên û nêz dibin birînên me jî kûr dibin, lê em ji gelê xwe re dibêjin hîna jî fermana me bi dawî nebûye heta xwişkek me û dayîkek me di destê wan hovan de ye fermana me bi dawî ne bûye.”

Pişta xwe bidin xwe

Dilîman van gotina banga yekitiyê li civaka Êzidî kir: “Ger em nebin yek û her yek ji me li gor berjewendiyên xwe yên şexsî û hizbî tevbigere emê tu caran jî ji fermanan xilas nebin. Me gelek caran pişta xwe bi dewletê û aliyên siyasî germ dikir, lê ew jî li me xayînin û tu tiştî ji mere nakin. Niha gelek dewletan qirkirina me weka jenosîd qebûl kiriye, lê tenê bi devkiye tu pêngav neavêtine ew kesên ku bûne sebeba fermanê ne darezandine.”

Endama TAJÊ Kinê Xidir jî got: “Emê nû ji çi bi tirsin tişta em jê ditirsiyan bû û qewimî, em ê nema pêngava tirsê bavêjin, em ê bibin şopdarê rêya Dayê Gulê û bi hezaran şehîdan. Em bi hêvîne ku gelê me vê rojê ji bîr neke û lê xwedîderkeve.” Piştî axaftinan li derdora peykerê Dayê Gulê mûm hatin pêxistin û çalakî bi dawî bû.

ROJNEWS/ŞENGAL