‘Semay Jiyan’ behsa êşa jinan dike

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 16 Îlon 2021 - 02:35

Filma bêdeng a bi navê “Semay Jiyan” berhema herî dawî ya derhênera Kurd a ji bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê, Viyan Mayî ye. 
Viyan Mayî filma xwe li Elmanyayê çêkiriye. Di filmê de lîstikvanên bi navê Şîrîn Qureşî û Pasar Herkî dilîzin.

Viyan Mayî diyar dike ku film qediyaye lê ji bo bi temamî biqede, pêdiviya wê bi sponsoran heye. Her wiha ew dixwaze li festîvalan jî filmê nîşan bide. Viyan Mayî dibêje, “Bi piştgiriya sponsoran em dixwazin filma xwe bişînin festîvalan. Filma me Semay Jiyan behsa jiyan û êşa jinan dike. Ev film bêdeng e û tenê bi rêya semayê jiyanê vedibêje. Mijara filmê giring û nû ye. Bi muzîk û semayê em çirokekê bi fikrê ‘Jin Jiyan Azadî’ didin nîşandan.”

Viyan Mayî herî dawî dibêje, senaryoyeke din jî li ber destê wê heye û ji bo ku vê senaryoyê bike film, ew nêzî du salan e ku li serê dixebite.

Ew ji bo vê senaryoya xwe jî dibêje, “Çîroka filma min ji çîrokeke rast hatiye girtin ku çîroka jineke li gund e û du caran bûye qurbanî. Cara yekê bi zorê tê zewicandin û careke din jî bi navê heskirinê dibe qûrbanî.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.