Her “selfie” ne hema wisa “selfie” ye. Berê jî gelek şêwekaran resmê xwe bi xwe xêz kirine. Yanî bi rengekî ji rengan “selfie”yên xwe girtine. Şêwekara Fransî Louise Elizabeth Vigee-Lebrun, bi xwe ji wan şêwekaran e ku gelek caran portreyên xwe çêkirine. Lê em di van portreyên wê de timî jineke dilê xwe dibijîne arîstokratan dibînin. JIxwe, Louise Elizabeth Vigee-Lebrun qet ji nava arîstokratan xwe nedaye alî. Ew sala 1755´an li Parîsê hatiye dinê û di dema Şoreşa Fransayê de sala 1789´an jî ji ber ku bi xwe timî di nava arîstokratan de bû, direve. Ew mişextî Îtalyayê dibe, lê weke meseleya “Kurmê şîrî heta pîrî” li wir jî her di nava van derdoran de ye. Ew 12 salan li Îtalya û Rûsyayê mişext dimîne û sala 1802´yê vedigere Fransayê û paşê Parîsê. Ev wêneyê wê ku wê bi xwe xêz kiriye, wê beriya şoreşê bi 4 salan xêz kiriye. Bi her halî, wê xwe tevî ku kar dike û resmê xwe xêz dike, weke xanimeke wan odeyên arîstokratan xêz kiriye. Ew li Parîsê gava sala 1842´yan dimire, li pey xwe 660 portreyan û 200 wêneyên paysajan dihêle. Ev berhemên wê hemû ji klasîsîzmê tên hesibandin.
PARÎS