Sekna Kurdê azad nîşan dan

Şemî 8 Hezîran 2024 - 02:55

HPG’ê şehîdên Avaşînê bi rêzdarî bi bîr anî û got:“Hevrêyên me Serxwebûn, Şerker û Xemgîn li dijî kesayeta koletiyê ya ku ji aliyê dijmin û hevkarên wê ve dihat ferzkirin, şer îlan kirin û nûneriya sekna Kurdê azad kirin.” Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:“7’ê Hezîrana 2020’an di êrîşa dijmin a li herêma Avaşînê de, milîtanên Apoyî yên hêja Serxwebûn, Şerker û Xemgîn şehîd bûn. Di salvegera şehadeta wan de em hevrêyên xwe Serxwebûn, Şerker û Xemgîn bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re dubare dikin. Hevrêyên me Serxwebûn, Şerker û Xemgîn ji bo azadiya gelê me ji Bakur, Başûr û Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan çiyayên azad ên welatê me û di nava refên PKK’ê de hatin ba hev. Bi têkoşîn û keda xwe berdêl û kedeke mezin dan û bûn haveynê yekîtiya me ya neteweyî. Di fikrên Rêber Apo de xwe dîtin û bi coşeke mezin tevlî têkoşîna azadiyê ya gelê me bûn. Hevrêyên me Serxwebûn, Şerker û Xemgîn bi seknên xwe yên di jiyan û têkoşînê de bûn milîtanên Apoyî ku hemû ciwanên Kurdistanê wê wan mînak bigirin û li ser rêya wan bimeşin. Em soz didin heta ku em têkoşîna azadiyê digihînin serketinê, li ser rêya ku wan vekiriye bimeşin.

Bi van hestan em car din di salvegera şehadeta wan de hevrêyên xwe Serxwebûn, Şerker û Xemgîn bi bîr tînin û di serî de malbatên wan ên hêja em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Hevrêyê me Serxwebûn li navçeya Berwarî ya Sêrtê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Di sala 2013’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayeta xwe ya sade, dilnizm û kedkar hezkirin û rêzdariya hevrêyên xwe qezenc kir. Hevrêyê me Serxwebûn bi zanista xwe ya leşkerî di gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin lidarxistin de, her tim li nûbûnê digeriya. Weke endamekî fermandariyê di nava têkoşîna me de şop hişt. 

Hevrêyê me Şerker li bajarê Silêmaniyê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2016'an de hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji Qendîlê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Şerker bi kesayetiya xwe ya durust, girêdana bi nirxên me yên neteweyî û sekna xwe ya zelal a li ser bingeha pîvanên milîtaniya Apoyî re bû milîtaniyeke mînak ê PKK'ê. Bû şoreşgerekî ku ji aliyê tevahiya ciwanên Kurdistanê bi taybetî jî ciwanên Başûrê Kurdistanê ve mînak bê girtin. 

Hevrêyê me Xemgîn li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê li nava malbateke welatparêz jidayîk bû. Di sala 2016'an de beşdarî nava refên gerîla bû. Li qada şer bi wêrekî û fedakariya xwe bû milîtanekî mînak û di jiyanê de jî bi kedkarî û dilnizmiya xwe li nava hevrêyên xwe bû cihê hurmetê. Di çalakiyên li herêma Avaşînê de yên ku li dijî dijmin hatin kirin û encamên girîng bi dest xistin, keda hevrêyê me Xemgîn hebû.”

Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd, bi vî rengî ne:

Serxwebûn Sêrt (Îrfan Ayhan), li Sêrtê jidayîk bûye, 7’ê Hezîrana 2020’an de li Avaşînê şehîd bû.

Şerker Botan (Bextiyar Abdullah), li Silêmaniyê jidayîk bûye, 7’ê Hezîrana 2020’an li Avaşînê şehîd bû.

Xemgîn Amûdê (Mahîr Xerîb), li Amûdê jidayîk bûye, 7’ê Hezîrana 2020’an li Avaşînê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.