Sekna APO’yî nîşan dan

Sêşem 8 Cotmeh 2024 - 02:55

HPG'ê 3 gerîlayên şehîd bi bîr anî û got:"Van hevrêyên me yên hêja bi şehadeta xwe nîşan dan ku sekn û berxwedana milîtaniya fedaî ya Apoyî divê çawa be. Em ê her tim xwedî li bîranîna hevrêyên xwe derkevin." Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehadeta gerîla daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:"7 û 8'ê Cotmeha 2019'an li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dijmin de ewladên leheng û milîtanên fedaî yên Apoyî hevrêyên me Şoreş, Rizgar û Newal heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Hevrêya me Şoreş meşa xwe ya azadiyê ku ji Semsûrê destpê kir li çiyayên Kurdistanê gihand asta herî bilind û bi huner û şerê xwe di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Hevrêya me Şoreş ku bi têgihiştineke mezin nêzî her wezîfeyê bû bi taybetmendiya xwe ya hunerî da ser şopa Şehîd Mizgîn, Berçem û Delîla. 

Hevrêyê me Rizgar di her kêliya jiyana xwe ya şoreşgerî de bû milîtanekî Apoyî yê bi îdîa û wezîfeyên herî zehmet bi ser xist. Ruhê ciwantiya Apoyî di kesayetiya xwe de temsîl kir. 

Hevrêya me Newal ku bi çanda qedîm a Rojhilatê Kurdistanê tevlî têkoşînê bû, weke milîtaneke pêşeng li gorî ruhê demê tevgeriya. Bi hevrêtiya xwe ya kûr û xurt, bi sekna xwe ya ji xeta PKK û PAJK'ê tawîz nedida.Li ser vê bingehê bila serê malbatên welatparêz ên hêja yên hevrêyên me yên şehîd, serê tevahiya gelê Kurdistanê sax be.

Hevrêya me Şoreş li Semsûrê jidayîk bû. Sala 2015'an beşdarî nava refên gerîla bû. Hevrêya me ji karên ciwanên şoreşger welatparêz heta bi karên hunerî yên li çiyê û tevlîbûna xwe ya bêteredût a li qadên şer, di dîroka me ya têkoşînê de bû milîtaneke YJA Starê ya serketî.

Hevrêyê me Rizgar li Êlihê li nava derdoreke welatparêz jidayîk bû. Hevrêyê me ku xwendekarê beşa Psikiyatrî ya Zanîngeha Dîcleyê bû, di sala 2012'an de tevlî nava refên gerîla bû. Li herêma Zapê beşdarî gelek çalakiyên serketî bû, bi fedakarî, dilnizmî û wêrekiya xwe ya di şer de navê xwe li dîroka me ya têkoşînê nivîsî ku qet jê neçe.

Hevrêya  me Newal li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê jidayîk bû. Sala 2013’yan de tevlî refên gerîla bû. Hevrêya me Newal li qadeke ku hevrêya me Bêrîtan- Gulnaz lê têkoşiya û nûnertiya ruhê milîtaniya partiya me PKK- PAJK’ê kir, gerîlatî kir û bi têkoşîna bênavber û bêdudulî navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka têkoşîna me da nivîsandin." Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Şoreş Semsûr (Devrîm Çoban), li Semsûrê jidayîk bûye, 7’ê Cotmeha 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Rizgar Nûhat (Halûk Baş), li Êlihê jidayîk bûye, 8’ê Cotmeha 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Newal Rûbar (Gulistan Şems), li Makuyê jidayîk bûye, 7’ê Cotmeha 2019’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.