Li bajarê bakurê Elmanyayê Hambûrgê jî bi heman daxwaz û armancan xwepêşandan hebû. Kurd û dostên wan ji Hachmannplatzê heta bi semta Damtor nêzî konsolosxaneya tirk meşiyan. Xwepêşanderan got, Evîn Goyî bi zanebûn hatiye şehîdkirin û dewleta Fransayê divê teqez komkujiyê rohnî bike. Meş û xwepêşandanên bi heman rengî li paytexta Ingilîstanê London, paytexta Swêdê Stockholm û gelek navendên din ên Ewrûpayê hatin lidarxistin.
HAMBURG