HPG'ê gerîla Amargî Amara (Gule Ozel), Dilvîn Rûbar (Zehra Alptekîn) û Têkoşîn Botan (Zehra Denîz) bi bîr anî ku di 14'ê Tebaxê de li Zê şehîd bûbûn. 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî mijarê daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: "14'ê Tebaxa 2020'î dewleta Tirk a dagirker bi balafirên şer bombardûmaneke giran li herêma Zê kir. Ji ber vê bombardûmanê hevrêyên me Gulê Ozel bi nasnav Amargî Amara ya li Mêrdînê ji dayik bûye, Zehra Alptekîn bi nasnav Dilvîn Rûbar a li Sêrtê ji dayik bûye û Zehra Denîz bi nasnav Têkoşîn Botan a li Şirnexê ji dayik bûye, tevlî karwanê şehîdan bûn.

Malbatên hêja yên hevalên me yên şehîd di serî de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê bîranîna şehîdên xwe yên qehreman bi serfiraziyê tacîdar bikin."

ANF/BEHDÎNAN