HPG'ê 2 gerîlayên ku 2018'an bi êrîşa hewayî ya li ser Zê şehîd bûbûn bi bîr anî û got, "Hevrêyên me Cîlo û Mahîr bi lehengiya ku bi ruhê fedayî yê Apoyî û coşiyeke mezin nîşan dane wê rêya me ber bi serfiraziyê ronî bikin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkilî 2 gerîlayên ku li Zê şehîd bûne daxuyanî da. Daxuyaniya HPG'ê wiha ye: "17'ê Nîsana 2018'an ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker a li ser eyaleta Zapê hevrêyên me Burhan Delîbaş ê bi nasnav Cîlo Elbak ê li Wanê ji dayik bûyî û Şaban Dogûç bi nasnav Mahir Zozan Lice yê li Amedê ji dayik bûyî, şehîd bûne.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd ên leheng, serê tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em sond dixwin ku têkoşîna hevrêyên me yên şehîd ên leheng bi serfiraziyê tacîdar bikin."

ANF/BEHDÎNAN