Şehîdên Zapê sembola lehengiyê ne

Çarşem 22 Hezîran 2022 - 21:45

  • "Bi sekn û rêbaza jiyana Apoyî, bi hunerê serketî yê di şer de qada Zapê careke din veguherandin keleha berxwedanê û rê nedan dijmin." 

HPG'ê 4 gerîlayên li Zapê şehîd bûn bi bîr anîn û got, "Bi sekn û rêbaza jiyana Apoyî, bi hunerê serketî yê di şer de qada Zapê careke din veguherandin keleha berxwedanê û rê nedan dijmin." 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ji bo 4 şehîdan got, "Di daxuyaniya xwe ya 3'ê Hezîranê de me ragihandibûn ku 2'ê Hezîranê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, li tunelên şer ên Şehîd Berxwedan di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimiye û saet di 11:24'an de teqîneke mezin çêbûye.

Hevrêyên me yên li çeperên şer ên li Şehîd Berxwedan ê Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, ji roja destpêkê ya êrişa dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û heta 2'ê Hezîranê 47 rojan bi rengekî destanî li ber xwe dan. Her cûre teknîka şer a modern, bi rêbaza gerîlatiya profesyonel pûç kirin. Di pozîsyona parastinê de neman. Bi ruhê êrişê yê bilind timî li artêşa Tirk a dagirker xistin û li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn derseke mezin dan dagirkeran ku qet ji bîra wan neçe. Ne tenê li dijmin xistin, du caran çûn ser cenazeyên dijmin û dest danîn ser çekên wan. Lê belê lehengên Şehîd Berxwedan bi taybetî 29'ê Gulanê di çalakiyê de 4 dagirker ceza kirin, dest danîn ser malzemeyên leşkerî û çekên wan û 2 cenazeyên dagirkeran di bin kontrola xwe de hiştin. 

Çalakiyeke nû Çaran

Her yek ji hevrêyên me lehengek bû. Artêşa Tirk ku nekarî bi van hevrêyên me, careke din rê û rêbazên nemerdane bi kar anîn, teqemeniyên giran ku jê re çeka nukleerê ya taktîk tê gotin û çekên kîmyewî bi kar anîn. Dagirkeran bi rojan ev êrişên xwe yên nemerdane dewam kirin û li hemberî îradeya bêmînak, biryardariya serketinê û dilsoziya bi Rêbertiyê re ya hevrêyên me, bêencam man. Hevrêyên me yên li Şehîd Berxwedanê hem zanîbûn xwe biparêzin hem jî bi hunerê bilind ê leşkerî timî li dijmin xistin. Piştî ku derfetên kêm ên li çeperên şer qediyan, biryar hate dayin ku çeperê biguherînin. Lê belê beşek ji hevrêyên me yên ji destpêkê ve di nava vê berxwedanê de bûn, li gorî vê biryarê çeper guhertin, hevrêyên me Bager, Avzem, Arîn û Şerzan jî israr kirin ku li çepera Şehîd Berxwedan a li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn derseke dîrokî bidin artêşa Tirk a dagirker. Tevî ku derfet hebû çeperê biguherînin û bi selametî ji wir biçin jî her çar hevrêyên me komek ji hevrêyên xwe şandin û biryara çalakiya fedaî dan. Di 2'ê Hezîranê de saet 10:00´an bi ruhê êrişê yê bilind li dijî dagirkeran çalakiya fedaî li dar xistin. Hevrêyên me xwe berdan nava dijmin, bi lehengî şer kirin, herî kêm 12 dagirker ceza kirin. Her çar hevrêyên me di vê çalakiya êrişê ya fedaî de şehîd bûn, lewma jî hejmara dijminên hatine cezakirin nehate zelalkirin. Lê belê artêşa Tirk a dagirker piştî vê çalakiyê gelek caran bi helîkopteran kuştî û birîndarên xwe ji deverê birin.

Berxwedana ji 47 rojî ya bi pêşengiya fermandarên me yên leheng fedaî Bager û Avzem hate kirin, weke çalakiyeke nû ya Çaran cihê xwe di dîroka têkoşîna me de girtiye. Hevrêyên me Bager û Avzem heta dawiyê xwe li serketinê asê kirin, bûn fermandarên fedaî yên bi îrade û bi biryar ên Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê. Pêngava me ya Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê bi fermandariya hevrê Bager û Avzem, wê bi esasê îradeya xurt û sekna fedaî ya Çaran teqez bi ser bikeve."

HPG´ê nasnameya şehîdan wiha eşkere kir:

* Bager Gever (Erkan Dara) yê li Colemêrgê ji dayik bûye, kurê Gulperî û Arîf, 2'yê Hezîrana 2022´ya li Zê şehîd bû.

* Avzem Çiya (Berîvan Cûma) ya li Tirbespiyê ji dayik bûye, keça Munteha û Feremez, 2'yê Hezîrana 2022´ya li Zê şehîd bû.

* Arîn Kobanê (Emîra Mûsa) ya li Kobanê ji dayik bûye, keça Ayşe û Ehmed, 2'yê Hezîrana 2022´ya li Zê şehîd bû.
* Şerzan Hingirvan (Serkan Ûçkûn) ê li Stenbolê ji dayik bûye, kurê Nesîbe û Hîkmet, 2'yê Hezîrana 2022´ya li Zê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.