YRK'ê ragihand ku di êrişa dewleta Tirk a dagirker abi balefirên bêmirov a 28'ê Tîrmehê ya li herêma Pencwênê ya ser bi Silêmaniyeyê de 2 gerîla şehîd bûne û sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê re xwest.

Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya du gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê ku di encama êrîşa hewayî ya dewleta tirk a dagirker de şehîd bûbûn wiha eşkere kir:

Şîlan Zagros (Hediya Gerdene) a li Bane sala 2022´yan tevlî nava refên gerîla bû li Çuwarta şehîd bû.

Zagros Zirêbar (Amanç Rekeft Şerîfî) ê yê sala 2022´yan li Pencwînê tevlî nava refên gerîla bû, li Çuwarta şehîd bû.

NAVENDA NÛÇEYAN