Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) şehîdên berxwedana Cizîrê hatin biranîn. Koma 26'an a greva birçîbûnê, bi wesîleya salvegera 5'an a berxwedana xwerêveberiyê ya Cizîrê daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de Hevserokên Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnc û Asya Yuksel yên di berxwedana Cizîrê de şehîd bûne hatin bîranîn. Di şexsê wan de şehîdên şoreşa Kurdistanê hemû hatin bîranîn.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rejîma faşîst û qirker a AKP-MHP'ê li ber ketinê ye, lewma bi her awayî êrişî gelê Kurd dike, lê bi pêşengiya Tevgera Azadiyê gelê Kurd tevî dostên xwe, li welat û derveyî welat di nava berxwedaneke mezin de ne.

Bi taybetî işaret bi pêngava "Bes e ji dagirkerî û faşîzmê re, dem dema azadiyê ye' hate kirin û berxwedana gerîla ya li Cenga Heftenînê, greva birçîbûnê ya girtiyên PKK û PAJK'ê hatin bibîrxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin,"Zilm û tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de li gelê Kurd, gelên Tirkiyeyê û gelên bindest hemûyan tê kirin, nayê qebûlkirin. Di çarçoveya pêngava 'dem dema azadiyê' de ji bo şikandina tecrîdê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo em di çalakiyê de ne."

ANF/MEXMÛR