Şehîdên xeta jina azad

Duşem 30 Çile 2023 - 17:02

  • Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê şehîd Berçem Tûrcel û Kînda Zîn ên ku par di dîrokên cihê de şehîd bûbûn bi bîr anî û got “Ew bi têkoşîna xwe ya 30 salan bûn parçeyekî dîroka azadiyê.”

Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK’ê diyar kir Berçem Tûrcel (Hibrîze Ozdurak) di 15’ê Hezîrana 2022’an de û Kînda Zîn (Fatma Onûr) jî di 28’ê Cotmeha 2022’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.

Komîteyê di daxuyaniya nivîskî de wiha got; “Rêhevaltîya herî rast, jiyana herî bi wate û xweşik bi awayekî herî zelal di rastiya her şehîdeke/î PKK’ê de xwe dide der. Lewra Rêber Apo PKK’ê wekî partiya şehîdan pênase dike. Têkoşîna azadiya Kurdistanê herî zêde di xeta jina azad de wateyê digire û jiyanî dibe û ev îro bi şîara ‘jin jiyan azadî’ gihiştiye asteke gerdûnî. Em bi ragihandina şehadeta du rêhevalên xwe yên bi jiyan û têkoşînên xwe di pêşxistina şoreşa Kurdistanê, di kûrkirina xeta azadiya jinê de rolên girîng lîstine carekî din vê rastiyê bi xurtî dijîn. Hevrêyên me Berçem Tûrcel û Kînda Zîn 30 salan bi têkoşîn û kedeke mezin bûn şopdar û pêkanînerên vê rastiyê. Em di şexsê heval Kînda û hevala Berçem de  li hemberî dîrok û azadiyê deyndariya xwe îfade dikin, di serî de ji malbatên hêja malbata Ozdûrak û Onur re, ji hemû gelê me yê welatparêz, dostên azadîxwaz re sersaxiyê dixwazin, soza pêkanîna xeyal û serxistina armancên wan nû dikin.

Di milîtaniya PAJK’ê de xwedî sekneke xurt bû

Hevrêya me Berçem Tûrcel (Hîbrîze Ozdûrak) di sala 1978’an de li gundê Şêbê yê Dêrika Çiyayê Mazî di nava malbateke welatparêz de çavên xwe li jiyanê vedike. Dorhêla lê jiyan dike heta ku bê gotin welatparêz e û bi nirxên civaka xwe ve girêdayî ne. Ji zarokatiyê ve bi hatin û çûyîna gerîla ya li dorhêlê nasîna wê ji tevgera re azadîyê çêdibe. Di heman demê de bi hovîtiya dijminê gele Kurd dewleta Tirk re rû bi rû dibe. Di sala 1993’yan de dema di temenê ciwantiyê de ye beşdarî nav refên azadiyê dibe.  Li eyaletên Amed, Xerzan û Erziromê dimîne. Kûrbûyîna di xeta Rêber Apo de û bi vî awayî bilindkirina têkoşînê ji destpêkê ve esasa bingehîn a pêkhatina hevala Berçem bû. Li hemberî rastiya Rêber Apo di xeta milîtaniya PAJK’ê de bûyîna xwedî seknekî xurt ji bo hevala Berçem jî rêgezeke jiyanî bû. Ji lewra di tevahî meşa xwe de li gorî rastiya Rêbertiyê perwerdekirina xwe esas girt. Bi tevlêbûyîna xwe ya li Rojhilat, Başûr, Bakur û Rojava bû mînakekî xurt a xisleta PKK’ê ya netewî.

Bi xwendina parêznameyên Rêber Apo bû çalakgereke xurt a pêşxistina xeta azadiya jinê. Di 15 Hezîrana 2022’yan de hevala Berçem, dema li ser erka xwe bû di encama êrîşên dewleta dagirker ya Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû

Xisleta PKK’ê bi bîrdoziya rizgariya jinê ceriband

Rêhevala me Kînda Zîn (Fatma Onur ) di sala 1976’an de li Mereşê, li gundê Domizdere yê Afşînê di nava malbateke welatperwer û Elewî de çavên xwe li jiyanê vedike. Dorhêla hevala Kînda lê mezin dibe hem ji ber Kurd in hem jî ji ber ku Elewî ne bi polîtîkayên taybet ên çewisandin û asîmîlasyonê re rû bi rû dibe. Ji lewra ji vê herêmê gelek malbat koçberî Ewrûpayê dibin. Di sala 1991’an de ji nêz ve nasîna wê bi partiyê re çêdibe. Ji sala 1991’an heta 1993’yan bi kelecaneke xurt di nav xebatên çandî û ciwanan de kar dike. Lê bala hevala Kînda her li welat e. Di sala 1995’an de berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevala Kînda tirsên ku bi polîtîkayên qirkirinê hatine avakirin bi kûrbûyîna di bîrdoziya Rêber Apo de şikandin. Bi vî awayî xisleta PKK’ê ya azad bi bîrdoziya rizgariya jinê re cebirand. Di gelek xebatên rêxistinî de li gelek qadan bi pîvanên mîlîtaniya PKK’ê û PAJK’ê ya di xeta Rêber Apo de pêk tê têkoşîneke bêhempa meşand. Ji bo paradîgmaya modernîteya demokratîk hîn zêdetir bixe pratîkê, di xeta leşkerî de milîtaniya demê bide avakirin girîngiyeke pir mezin da perwerdeyan. Li her navenga lê dima bû pêşengeke afirîner a pêşdebirina xebatên perwerdeyê. Bi zanistiya bîrdoziya azadiya jinê weke milîtaneke jin a xwedî pîvan, kedkar dilnizm bû mînakeke xurt a rastiya jina azad. Dema ku li ser erka xwe bû di 28’ê Cotmeha 2022’yan de li Herêmên Parastinê yên Medyayê  di encama êrîşên dewleta faşîst a Tirk de şehîd bû.

Em her du hevrêyên xwe bi minet û bi rêzdarî bibîrtînin û soza tolhildana wan nû dikin.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.