Şehîdên Xerzanê

Duşem 21 Îlon 2020 - 15:59

  • HPG: Hevrêyên me Şoreş, Ronahî, Mahîr, Zerdeşt, Besê û Têkoşer bi berxwedana xwe ya lehengî destanî careke din ruhê fedayî yê gerîla bi rengekî eşkere nîşan dan.

HPG'ê nasnameya gerîlayên li Xerzanê şehîd bûn eşkere kir û diyar kir, "Hevrêyên me Şoreş, Ronahî, Mahîr, Zerdeşt, Besê û Têkoşer bi berxwedana xwe ya lehengî destanî careke din ruhê fedayî yê gerîla bi rengekî eşkere nîşan dan."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayên li Xerzanê şehîd ketin eşkere kir û got:
"5'ê Îlona 2020'an piştî ku artêşa Tirk a dagirker li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê êrişa hewayî pêk anî, ket nava tevgereke berfireh a dagirkeriyê. Di dema tevgera dagirkeriyê de di navbera hêzên me û dagirkeran de şerekî giran qewimî. Hevrêyên me Devrîm Erdemîr bi nasnav Şoreş Nemrût ê li Stenbolê ji dayik bûyî, Ozlem Atsak bi nasnav Ronahî Dersim a ji li Wanê ji dayik bûyî, Îbrahîm Yilmaz bi nasnav Mahîr Garzan ê li Stenbolê ji dayik bûyî, Umran Aslan bi nasnav Zerdeşt ê li Bedlîsê ji dayik bû, Muhammed Şerîfî bi nasnav Têkoşer Kurdistan ê li Talişê ji dayik bûyî û Dîlan Arslan bi nanav Besê Havîn a li Mûşê ji dayik bûyî di şer de şehîd bûn.
Hevrêya me Ronahî jî piştî ku birîndar bû heta fîşeka xwe ya dawî şer kir û ji bo dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.
Gerîlayên me ku pêşengê têkoşînê yê ruhê berxwedêr ê gelê Kurd in, wê têkoşîna rûmetê bi ser bixînin. Hevrêyên me Şoreş, Ronahî, Mahîr, Zerdeşt, Besê û Têkoşer ên li qada Şêx Cûma ya Bedlîsê tevlî karwanê nemiran bûn bi berxwedana xwe ya lehengî destanî careke din ruhê fedayî yê gerîla destnîşan kirin.
Malbatên hêja yên hevrêyên me Şoreş, Ronahî, Mahîr, Zerdeşt, Besê û Têkoşer di serî de, em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku em ê jiyana azad bi Rêber Apo re pêk bînin."

ANF/ BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.