HPG'ê 3 gerîlayên ku sala 2017'an şehîd bûn bi bîr anî û got, "Soza serketinê ku me dane hevrêyên xwe yên şehîd, Rêberê xwe û gelê xwe, em ê teqez pêk bînin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyek weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Dewleta Tirk a qirker, ji bo karibe Kurdan qir bike di serî de li Başûrê Kurdistanê li her cihên ku destketiyên gelê me lê hene, êrişan dike. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî li dijî van êrişên qirker di serî de li Başûrê Kurdistanê li her cihî bi rengekî dîrokî li ber xwe didin û ev berxwedan îro gihîştiye asta herî bilind. 12'ê Hezîrana 2017'an hêzên me li qada Şikêrê Spî ya herêma Xakurkê li dijî dagirkeriya Tirk çalakiyeke xurt kirin û di encamê de gelek dagirker ceza kirin. Artêşa Tirk ku di vê çalakiyê de ji hev ket, giranî da ser teknîkê. Ji bo hevrêyên ku di vê çalakiyê de li nava koma êrişê bûn bi rengekî ewle li qadên xwe vegerin, bi fermandariya hevrê Muhammed Ermekan bi nasnav Şervan Ronahî yê li Maku ji dayik bûyî, Ûmût Sezan bi nasnav Şervan Cotkar ê li Wanê ji dayik bûyî û Yaprak Çakmaz bi nasnav Pelda Gilîdax ê li Îdirê ji dayik bûyî, bi rengê fedayî şer kirin û şehîd bûn. Em van hevrêyên xwe di salvegera şehadeta wan de bi rêz û minet bi bîr tînin.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Şervan Ronahî, Pelda Gilîdax û Şervan Cotkar ên ku xeta fedayî ya Apoyî bi lehengî û berxwedêrî meşandin, em sersaxiyê ji tevahiya xelkê welatparêz ê herêma Serhedê û gelê me yê Kurdistanê re dixwazin. Soza serketinê ku me dane hevrêyên xwe yên şehîd, Rêberê xwe û gelê xwe em ê teqez pêk bîne."

ANF/BEHDÎNAN