HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Xakurkê şehîd bûne eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em soz didin ku meşaleya azadiyê ya ku van hevrêyên me yên leheng radestî me kirin, bi berpirsyariyeke xurt bilind bikin." 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî gerîlayên li Xakurkê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî wiha ye: "15'ê Cotmeha 2020'î di êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker de li girên Şehîd Bêrîtan û Şehîd Ahmet ên herêma Xakurkê, hevrêyên Enver Çîftçî bi nasnav Mervan Reşo ê li Colemêrgê ji dayik bûyî, Xalid Ebdulselam Hecî Elî bi nasnav Demhat Bakur ê li Hesekê ji dayik bûyî, Vedat Erdogan bi nasnav Bedran Hawêl ê li Sêrtê ji dayik bûyî û Murteza Korkmaz bi nasnav Azad Semedar ê li Colemêrgê ji dayik bûyî şehîd bûn.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Azad, Bedran, Demhat û Mervan, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soz didin ku em ê meşaleya azadiyê ya ku van hevrêyên me yên leheng radestî me kirin, bi berpirsyariyeke xurt bilind bikin."

ANF/BEHDÎNAN