Şehîdên Wanê

Duşem 1 Adar 2021 - 01:10

HPG'ê 4 gerîlayên sala 2019'an li Wanê şehîd bûn bi bîr anî. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Li dijî her cûre êrişên dewleta Tirk a dagirker bi îradeyeke ji pola tevgeriyan, di bicihanîna rêbaz û taktîka gerîlayên serdemê de bi rola xwe rabûn." 

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Wanê şehîd bûn eşkere kir.

Daxuyanî wiha ye: "Cotmeha 2019'an li navçeya Şaxê ya Wanê, di navbera artêşa Tirk a dagirker û hêzên me de şer qewimî û di encamê de hevrêyên me Alî Yenîce bi nasnav Deştan Mordem ê li Wanê ji dayik bûyî, Raziye Sûnar bi nasnav Arîna Egîd a li Êlihê ji dayik bûyî, Alev Okumuş bi nasnav Zeynep Arîn Kop a li Mûşê ji dayik bûyî û Sozdar Aslan bi nasnav Sarîna Têkoşîn a li Sêrtê ji dayik bûyî bi lehengî li dijî dagirkeran şer kirin, şehîd bûn.

Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku di têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna wan derkevin."

ANF/BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.