HPG’ê 4 gerîlayên di Cotmeh û Mijdara 2019’an de li Wanê û Amedê şehîd bûn bi bîr anî û destnîşan kir ku ji bo bîranîna şehîdan wê têkoşîna azadiyê li her deverê mezin bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand û gerîla Mucahîr Dûman bi nasnav Karker Qewalî û Egîd Agiş bi nasnav Egîd Argeş ên 31’ê Cotmeha 2019’an li Wanê şehîd bûn, gerîla Narîn Oso bi nasnav Zinarîn Kobanê û Elîf Eylem Onkol bi nasnav Stêrk Darahênê yên Mijdara 2019’an li Amedê şehîd bûn bi bîr anî.
Daxuyanî wiha ye: ”Di 31’ê Cotmeha 2019’an de li navçeya Payîzava ya Wanê dema ku du hevrêyên me li qada Nodikê bi erka xwe radibûn, artêşa Tirk a dagirker dest bi operasyonekê kir. Di dema vê operasyonê de di navbera hevrêyên me û dagirkeran de şer qewimî û gelek dagirker hatin cezakirin. Hevrêyê me Egîd Agiş bi nasnav Egîd Argeş ê li Wanê ji dayik bûye di şer de bi lehengî şer kir û şehîd bû. Hevrêyê me Mucahîr Dûman bi nasnav Karker Qewalî yê li Wanê ji dayik bûye jî ku heta fîşeka xwe ya dawî şer kir, ji bo dîl nekeve destê dijmin bombeya xwe bi xwe ve teqand û şehîd bû.
Di Mijdara 2019’an de hevrêyên me Narîn Oso bi nasnav Zinarîn Kobanî ya li Kobanê ji dayik bûyî û Elîf Eylem Onkol bi nasnav Stêrk Darahênê ya li Çewlikê ji dayik bûyî li navçeya Pîranê ya Amedê li qada Şehîd Brûsk dema ku bi erka xwe radibûn, di encama êrişa hewayî de şehîd bûn. Ji ber şert û mercên zivistanê û şer, agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûn nû eşkere bûn.
Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne em sersaxiyê ji xelkên Wan, Kobanê û Çewlikê, ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku em ê li ser şopa xeyalên hevrêyên xwe bin û li Bakurê Kurdistanê û her deverê têkoşîna azadiyê mezin bikin.”
ANF/BEHDÎNAN