Şehîdên Sikêniyê ji bîr nekirin

Çarşem 17 Tebax 2022 - 22:36

  • Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê bi boneya yekemîn salvegera êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî nexweşxaneya Sikêniyê, daxuyaniyek da. 

Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê bi boneya yekemîn salvegera êrişa dewleta Tirk a dagirker a li dijî nexweşxaneya Sikêniyê, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de wê got, “Dewleta Tirk sûcên şer dike, ne tenê li Şengalê, li Herêmên Parastina Medyayê jî çekên qedexekirî bi kar tîne û ti kes dengê xwe nake.”

Di 17’ê Tebaxa 2021’ê de dewleta Tirk a dagîrker bi balefiran êrişî Nexweşxaneya Sikêniyê kiribû û di encamê de 8 xebatkarên tendûristiyê û Şervanên YBŞ’ê Şehîd bûbûn. Bi boneya yekemîn salvegera êrişê, Komîteya Tendirustiyê ya Şengalê daxuyaniyek da û şehîdên Sikêniyê bi bîr anîn.

Daxuyanî bi amadebûna endamên komîteya tendirustiyê li cihê ku êriş lê pêk hatibû, hate dayîn. Endamê Komîteya Tendirustiyê Tehsîn Şengalî daxuyanî da û got, “Ev êriş bêrêzî ye li himber yasayên navdewletî û ew sûcên şer in.  Dewleta Tirk ne tenê li Şengalê sucên şer dike, di heman demê de li herêmên gerîla û Başûrê Kurdistanê jî bi çekên qedexekirî êrişan dike. Ha vê kêliyê bi xwe jî metirsî heye ku êriş pêk werin, ji ber ku heta niha ti helwêsta raya giştî li dijî van êrişan çênebûye.

Ji ber êrişan em ê dest ji kar û xebatên xwe bernedin û erka xwe ya mirovî dewam bikin.”

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.