Endamên JXK û TCŞ’ê li Berlînê bi çalakiyekê bal birin ser wê yekê ku faîlên Komkujiya Sêwazê ev 30 sal in nayên dadgehkirin. Li Swîsreyê jî bibîranînên bi heman boneyê hebûn.
Endamên Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (JXK) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Elmanyayê Berlînê bi boneya 30’emîn salvegera Komkujiya Sêwasê çalakî li dar xistin.
Çalakiya li Alexanderplatzê hat lidarxistin û tê de hat gotin, faîlên Komkujiya Sêwazê ev 30 sal in nayên dadgehkirin.
Komkujî ji encamên Lozanê ne
Ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Zîlan (Zeynep Kinaci) ku 30'ê Hezîrana 1996'an li Dersimê çalakiya fedaî kir û 33 rewşenbîr, hunermend ên 2'ê Tîrmeha 1993'an li Otela Madimakê ya Sêwasê hatin qetilkirin, li bajarên Bern û Cenevre yên Swîsreyê hatin bibîranîn.
Bibîranîna li Cenevreyê bi rêzgirtina ji bo bibîranîna Zîlan û qurbaniyên komkujiya Sêwasê dest pê kir.
Bi navê Komeleya Malbatên Şehîdan (KOMAW) Riza Çetînkaya axivî û diyar kir ku Zîlan li dijî hêzên komploger helwêsteke fedaî nîşan da.
Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd (CDK) a Cenevreyê Mehmet Latîf Çelebî jî anî ziman ku komkujiyên heta niha, ne dûrî Peymana Lozanê ne û got, "Çawa ku beriya Peymana Lozanê gelê Ermen hate qirkirin, piştî Lozanê jî armanca van komkujiyan gelên herêmê bû. Komkujî li dijî Kurdan, Elewiyan, Ermenan, Asûrî-Suryanan û Çerkesan hatin kirin."
Em ê rê nedin Lozaneke nû
Çelebî anî ziman ku salvegera 100'emîn a mohrkirina Peymana Lozanê nêzîk bûye û ragihand ku ji bo sedsaleke din bi komkujiya gelan derbas nebe, ew ê rê nedin dubarebûna Peymana Lozanê. Lewma ji bo meşa 22'ê Tîrmehê ya li Lozanê bê lidarxistin, wî banga tevlîbûnê kir. Bibîranîn piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşmeya 'Şehîd namirin' bi dawî bû.
Ji bo bîranîna 33 rewşenbîr û hunermendên li Otela Madimakê di 2'ê Tîrmeha 1993’yan de hatin qetilkirin, li bajarê Langenthal ê Swîsreyê bi pêşengiya Federasyona Elewiyan a Demokratîk bibîranînek hate lidarxistin.
Piştî rêzgirtinê, Zakîr Alî Matûr gulbang xwendin û sînevîzyon hate nîşandan. Bibîranîn bi axaftina Pîr Erdogan Ergun û Zakîr Alî Matûr bi dawî bû.
NAVENDA NÛÇEYAN