HPG’ê gerîlayên bi navê Egîd Pirsûs û Zinar Raperîn ên di şerê 28’ê Tîrmehê yê li devera Geliyê Bombat a girêdayî navçeya Şêrwan a Sêrtê qewimî de şehîd bûbûn, bibîr anî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ya têkildarî mijarê daxuyaniyek da ev agahî da: “Me di daxuyaniya xwe ya 22’yê Tebaxa 2020’ê de diyarkiribû ku li devera Geliyê Bombat a navçeya Şêrwan a Sêrtê di navbera artêşa Tirk û hêzên me de şer qewimiye û di şerê 5 rojan domkirî de gelek dagirker hatin cezakirin û hevrêyên me Vedat Ok bi nasnav Egîd Pirsûs ê li Rihayê ji dayikbûyî û Davût Tul bi nasnav Zinar Raperîn ê li Wanê ji dayik bûyî lehengiyeke mezin nîşandan û heta guleya xwe ya dawî şer kirin û tevlî karwan şehîdan bûn.

Hevrêyên me Egîd û Zinar li herêma Xerza bi pratîka xwe ya şer a pênc rojan mînaka mezin a lehengiyê nîşan dan û derbên dijwar li artêşa Tirk a dagirker dan.

Berxwedana dastanî ya hevrêyên me Egîd û Zinar li dijî her cure êrişan bersiveke mezin bûn. Careke din xweziya dagirkeran û nokerên wan di gewriya wan de hiştin.

Ji bo hevrêyên xwe, di serî de malbatên hêja yên şehîdên me yên qehreman, serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û em sond dixwin ku mîrateya ku şehîdan ji me re hiştiye bi serfiraziyê tacîdar bikin.”

ANF/BEHDÎNAN