HPG’ê gerîlayên bi navê Armanc Cigerxwîn (Benazir Tebelî), Karker Serhat (Mehmet Emîn Delen), Hogor Serhat (Mûhammed Taşçi) û Hêvî Tolhildan (Dîlan Olgûn) ên 26’ê Tebaxê li Serhedê şehîd bûne bi bîr anî.
Navenda Ragihandin û Çepemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî da û gerîlayên di şerê 26’ê Tebaxê ya li herêma Çemçê ya navçeya Qaxizman a Qersê de şehîd bûne bibîr anî.,
HPG’ê li ser mijarê ev agahî dan: “26’ê Tebaxa 2020’ê li devera Çemçê ya girêdayî Qaxizman a Qersê ya herêma Serhedê di navbera atêşa TC’ê û hêzên me de şer qewimî bû, di vî şerî de ku gelek dagirker hatin cezakirin, hevrêyên me Benazîr Tebelî bi nasnav Armanc Cegerxwîn ê li Mûşê ji dayik bûyî, Mehmet Emîn Delen bi nasnav Karker Serhat ê li Qelqeliyê ji dayik bûyî, Muhammed Taşçi bi nasnav Hogir Serhat li Qersê ji dayik bûyî û Dîlan Olgun bi nasnav Hêvî Tolhildan a li Wanê ji dayik bûyî, bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.
Em di serî de malbatên hêja yên welatparêz ên hevrêyên me yên şehîd, sersaxiyê ji xelkê Serhedê û gelê Kurdistanê hemûyî re dixwazin, û em sond dixwin ku li bîranîna şehîdan xwedî derkevin, alaya wan a serfiraziyê li Kurdistanê hemûyî li ba bikin.”
ANF/BEHDÎNAN