HPG'ê, şehîdên Operasyona Şoreşgerî ya Elkê bi bîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê bi bîr xist, ku li navçeya Elkê ya Şirnexê di 24'ê Îlona 2015'an de li dijî saziyên leşkerî yên dewleta Tirk operasyoneke şoreşgerî hatibû lidarxistin û di encamê de 75 dagirker hatibûn cezakirin, bi vî rengî berxwedaneke dîrokî hatibû nîşandan.
Di daxuyaniya HPG'ê de wiha hate gotin, "Şerê navbera hêzên me û artêşa Tirk a dagirker bi rojan dewam kir, gelek caran bi balafirên şer bombardûmaneke giran li herêmê hate kirin. Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûn ku ji ber şert û mercên şer nekarî bên eşkerekirin, lewma di dema xwe de bi raya giştî re nekarî bên parvekirin. Hevrêyên me Besna Rahat bi nasnav Helena Botan a li Wanê ji dayik bûyî, Sekvan Kaçan bi nasnav Xwînrêj Cûdî yê li Bexdayê ji dayik bûyî, Yûnûs Torsûn bi nasnav Têkoşer Cîlo yê li Şirnexê ji dayik bûyî û Mehmet Şîrîn Yazici bi nasnav Piling Gelî yê li Wan ji dayik bûyî di şer û êrişên hewayî de tevlî karwanê nemiran bûn.
Em hevrêyên xwe yên şehîd bûne bi rêz û minet bi bîr tînin û di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me yên şehîd bûne, em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz dixwazin. Li ser şopa şehîdan em ê têkoşînê bi ser bixînin."
Dagirkerek hate cezakirin
HPG'ê ragihand ku li herêma Heftenînê di 21'ê Mijdarê de hêzên gerîla li yekîneyeke veşartî ya dagirkeran xistine û di encamê de herî kêm dagirkerek hatiye kuştin, gelek dagirker jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çalakiyên gerîla de daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatine dayin: "Di çarçoveya Pêngava Cenga Heftanînê de hêzên me 21'ê Mijdarê li qada Xantûrê ya herêma Heftanînê, bi yekîneyeke dagirkeran a veşartî hesiyan ku li Girê Sûîqestê tevdigeriya. Hêzên me piştî ku demekê ev yekîneya veşartî şopand, derbên giran lê dan. Dagirkerek hate cezakirin, gelek dagirker jî birîndar bûn.
Operasyona ku artêşa Tirk a dagirker 14'ê Mijdarê li qadên Qela Bêdewê, Kinyaniş, Girê Şehîd Mûnzûr, Dola Bîra û derdora gundê Nêrwe yên herêma Zê dabû destpêkirin, 20'ê Mijdarê bi dawî bû."
ANF/BEHDÎNAN