Şehîdên Sêdarê hatin bibîranîn

Yekşem 8 Gulan 2022 - 22:18

  • Li gelek navendan şoreşgerên Kurd Şirîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan hatin bibîranîn. 

Li gelek navendan şoreşgerên Kurd Şirîn Elemhulî, Ferzad Kemanger, Ferhad Wekîlî, Elî Heyderyan hatin bibîranîn. Rejima Îranê di 9’ê Gulana 2010’an de çar têkoşer li girtîgeha Evîn a Tehranê bi darve kiribûn.

Li Parka Hewar ya Silêmaniyê xelkê Rojhilatê Kurdistanê ên li Silêmaniyê niştecihin, Şehîdên Sêdarê bi bîr anîn. Di merasîma bîranînê de daxuyaniya Komîteya Xebata Şehîdên Partiya Jiyana Azadiya Kurdistan PJAK’ê, ji aliyê Mîhran Rojhilat ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate gotin; “Rejîma Îran ji roja destpêkê ve, dest bi kuştin, êşkencekirina kesayetên azadîxwaz kir. Destpêkê bi êrişan Rojhilatê Kurdistanê kir hedef. Şehîd Ferzad, Ferhad, Elî û Şîrîn fikrê Rêber Apo têgihiştî bûn. Ji berxwedana dîrokî ya girtîgeha Amed û şoreşgerên weke Mazlum Doxan, Kemal Pîr, îlham girtibûn û çok li ber komara sêdare ya Îranê nedanîn.”

Piştî wê jî daxuyaniya Jinên Penaber yên Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê Pirşing Seedî ve hate xwendin û hate gotin; “Roja 9’ê Gulanê şehîd Şîrîn bi çar hevalên têkoşer re (Heman rojê şoreşgerê ji miletê Faris, Mehdî Îslamyan jî hatibû bidarvekirin. Loma bi vî re dike çar),  li Tahranê hatin darvekirin. Roja 13’ê Gulan Leyla Qasim bi çar hevalên xwe re li Bexdayê hatin darvekirin. Ev her du jinên şoreşger karîn navê xwe bixin pelên zêrîn yên dîroka gelê Kurd û jinan. Em îro weke jinên Kurd bi dîroka têkoşîna jinên Kurd serbilind in, her du jinên şoreşger li hemberî her du rejîmên zalim têkoşiyan û berxwedanek bê hempa nîşandan.”

‘Dilê dayîkan nekin xwîn’

Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê Şehîdên Sêdarê bi bîr anîn û gotin; “Pirsa Kurd pirsek dîrokî ye, bi bêdengkirin û kuştinê çareser nabe. Wê werza zivistanê dawî were, ya tê bihara gelan e.” Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê her 4 şoreşgerên Kurd bibîr anîn û peyamek bi navê ‘Dilê dayîkan nekin xwîn’  belav kirin.

Peyama Dayîkên Aştiyê yên Rojhilatê Kurdistanê wiha bû: “Carek din meha Gulan, meha şehîdan. Di vê mehê de rejîma dagirker ya Îranê çar tekoşerên Kurd bi darvekirin. Ji ber ku ji bo jiyanek azad têdikoşiyan, di nava çend kêliyan de li ber çavê dinyayê hatin darvekirin. Ew bi xeyala têkbirina Kurdan dijîn, xeyala wan ewe ku Kurd bi koletiyê razî bibin. Dixwazin hertim rondikên çavan mêhvanê malên dayîkên Kurd bin.

Ti carî hêvî û pêşeroj nayê darvekirin. Wê werza zivistan û sermayê bi dawî were, ya tê bihara gelan e.”

Li Osloyê hatin bîranîn

Komîteyên PJAK û KJAR'ê yên Norwêcê ji bo salvegera 12'an a şehadeta 4 şoreşgerên ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin, li navenda trenê ya Osloyê çalakiya bîranînê li dar xistin.

Li ser navê Federasyona Girtiyên Siyasî yên Kurdistanê Fexredîn Lutfî li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku dewleta Îranê li gorî peymanên navneteweyî tevnagere û got, li dijî girtiyên siyasî êşkence û kiryarên dijmirovahî û darvekirina girtiyan didomîne.

Komîteyên KJAR û PJAK'ê jî gotin, "Ti hêzeke otorîter û dîktator nikare têkoşîna azadiyê bide sekinandin, ti kes nikare piştgirî û vîna azad a gel têk bibe. Em tenê bi rêxistinbûna gel dikarin hêzên dagirker têk bibin."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.