Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê sê gerîlayên ku Nîsana 2020'î li Qaxizmanê ya Qersê di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, bi bîr anî. 

HPG’ê di daxuyaniya niviskî de got, "29’ê Nîsana 2020’an artêşa Tirk a dagirker êrişeke hewayî biriye ser qada Kizilkese ya navçeya Qaxizmanê ya Qersê. Di êrişa hewayî de hevrêyên me Resûl Resûlî Kizilbaş bi nasnav Çavreş Ararat ê li Makûyê ji dayik bûyî, Ercan Tûtar bi nasnav Harûn Îslam ê li Agirî ji dayik bûyî û Serkan Yildirim bi nasnav Ozer Ararat ê li Agirî ji dayik bûyî beşdarî karwanê şehîdan bûn.

Em ê alaya berxwedanê ku me ji hevrê Çavreş, Harûn û Ozer dewr girtî, ku wan alaya têkoşînê ya ji hevrêyên xwe yên şehîd dewr girtin her demê bi serkeftineke mezin li çiyayên Serhedê li ba kirine, em ê jî weke wan her demê bi serkeftinên mezin li ba bikin, bi diyarkirina pêkhatina armanca me ya Rêbertiya Azad Kurdistan Azad nêzîk bûye, em sond dixwin ku tola wan hilînin.

Di vê çarçoweyê de em sersaxiyê ji malbatên hevrêyên xwe yên şehîd, gelê berxwedêr ê Serhedê û gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”

ANF/BEHDÎNAN