HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên di 30'ê Kanûnê de li Metînayê şehîd bûn eşkere kir. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hevrêyên me meşaleya azadî, edalet û demokrasiyê ya gelan di asta herî bilind de hildan." 
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya 4 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn eşkere kir.,

Daxuyaniya HPG'ê ya li ser mijarê wiha ye: "30'ê Kanûna 2020'î artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer bombardûmaneke giran li qada Kêste ya herêma Metînayê kiribû. Di encama vê êrişa hewayî de hevrêyên me Beşar Ûbeyt bi nasnav Zagros Şengal ê li Tirfa Ûbeyt ji dayik bûyî, Kamûran Necefî bi nasnav Serbest Kirmanşah ê li Kirmaşanê ji dayik bûyî, Savaş Bîngol bi nasnav Rênas Andok ê li Mûşê ji dayik bûyî û Seyîthan Çetal bi nasnav Rênas Taylan ê li Edeneyê ji dayik bûyî şehîd bûn.

Hevrêyên me Rênas Taylan, Serbest Kirmanşah, Zagros Şengal û Rênas Andok ku tevlî têkoşîna Apoyî bûyin, ku ji Serhedan heta bi metropolên Tirkiyê, ji deşta Mûsilê heta bi çiyayên Rojhilatê Kurdsitanê karîger bûye, bi helwest û pratîkta xwe ya têkoşînê bûne gerîlayên serfiraziyê yên serdemê, alaya azadiyê ku ji şehîdan standin dane peyrewên xwe û tevlî nav karwanê şehîdan bûne.

Em sersaxiyê di serî de ji malbatên hêja yên hevrêyên şehîdan, gelê me yê welatparêz ê li çar parçeyên Kurdsitanê re dixwazin, û em careke din soz didin rastiya şehîdan."

ANF/BEHDÎNAN