HPG'ê 5 gerîlayên 19'ê Tebaxa 2020'an li herêma Metîna ji ber êrişa hewayî ya artêşa Tirk a dagirker şehîd bûn bi bîr anî.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser şehadeta 5 gerîlayên li Metînayê şehîd bûn daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye: "19'ê Tebaxa 2020'an artêşa Tirk a dagirker êrişeke hewayî biribû ser mintiqeya Kanîmezinê ya herêma Metînayê. Di vê êrişa hewayî de hevrêyên me Ahmet Bal bi nasnav Dara Adar ê li Sêrtê ji dayik bûyî, Ramazan Bozkûrt bi nasnav Azad Botan ê li Şirnexê ji dayik bûyî, Veysel Dalmiş bi nasnav Şerzan Botan ê li Şirnexê ji dayik bûyî, Ahmet Kayar bi nasnav Rûmet Hêvî Şoreş ê li Elmanyayê ji dayik bûyî û Behzat Azerîş bi nasnav Erdal Cûdî yê li Serdeştê ji dayik bûyî şehîd bûn.
Di serî de malbatên me yên şehîdan em sersaxiyê ji tevahiya gelê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku di nava têkoşîna xwe de xwedî li bîranîna şehîdan derkevin."

NAVENDA NÛÇEYAN