Şehîdên Metînayê
Duşem 15 Adar 2021 - 16:29
HPG’ê diyar kir ku di 22’ê Sibatê de li dijî Metînayê êrişeke hewayî hatibû kirin û di vê êrişê de 3 gerîla şehîd bûne. HPG’ê nasnameya gerîlayan eşkere kir û got, “Wê hevrêyên me Eren, Karker û Tolhildan di dara azadiyê ya PKK’ê de bibin kulîlkek.”
Daxuyaniya Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê wisa ye:
"Di 22’ê Sibata 2021’an de li bejahiya gundê Xankê yê Metînayê êrişeke hewayî hatibû kirin. Di vê êrîşê de hevrêyên me Mehmet Salih Ak bi nasnav Tolhildan Amed ê li Amedê ji dayik bûyî, Huseyîn Înal bi nasnav Karker Kurecîk ê li Meletî ji dayik bûyî û Omer Eren bi nasnav Eren Muhammed ê li Mûşê ji dayik bûyî şehîd bûne.
Em soza xwe dubare dikin ku em ê xeyalê van hevrêyên xwe yên qehreman bi ser bixin; pêk bînin û malbatên wan ên hêja di serî de em sersaxiyê ji gelê Kurdistanê re dixwazin."
ANF/BEHDÎNAN