Şehîdên me bi rastiya PKK’ê re bûn yek
Duşem 16 Çile 2023 - 11:21
- HPG'ê 6 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anîn.
HPG'ê 6 gerîlayên şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Bi tevlîbûna xwe ya cewherî û fedakar, bi rastiya PKK'ê re bûn yek û mîrateyeke mezin a têkoşînê li pey xwe hiştin."
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şehîdan daxuyanî da û got, "Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku li hemberî êrîşên giran ên dewleta Tirk a qirker bi lehengî şer dikin, sala 2017'an jî kirin saleke girîng a berxwedanê û nîşan dan ku berdêl çi dibe bila bibe ew ê di azadiyê de israr bikin. Hevrêyên me Kemal, Dilgeş, Tolhildan, Nûrhak, Tolhildan û Azad ku li dijî êrîşên artêşa Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ji Cîlo heta bi Zapê her der kirin qada berxwedanê, di demên cuda de şehîd bûn û pêşengî ji berxwedana me ya dîrokî re kirin. Em hevrêyên wan, serxistina têkoşîna wan ji bo xwe weke wezîfeya hevrêtî û şoreşê dibînin û soza xwe nû dikin ku li Kurdistana azad xwedî li bîranîna wan derkevin.“
Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayên şehîd de wiha ne;
- Kemal Evîn (Gaffar Kaya), li Colemêrgê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
- Dilgeş Davûş (Cahît Zîrek), li Colemêrgê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
- Tolhildan Artêş (Tekîn Guneş), li Rihayê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
- Nûrhak Başkale (Talat Oktay), li Wanê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
- Tolhildan Artêş (Mehmet Vûral), li Mêrdînê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
- Azad Azadî (Mehmet Kizilboga), li Rihayê jidayîk bûye, sala 2017’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.
HPG’ê di dawiyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.
BEHDÎNAN